Parêzera rojnamevan Arslan: Xala girtinê dozger û dadgeran nagire nava xwe 2023-07-27 12:02:16   ENQERE - Parêzera rojnamevan Firat Can Arslan ê hate girtin Nûray Ozdogan, diyar kir ku xala ji girtinê re kirine hincet dozger û dadgeran nagire nava xwe û anî ziman ku bi israra endamên darazê yên ku tên îdiakirin mexdûr in lêpirsîn hatiye destpêkirin.   Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan ji ber ku nûçeya dozgerê îdianameya 18 rojnamegerên kurd amade kiribû, hevjîna wî jî dadgerek ku endama şandeya dadgehê bû ku li doza 18 rojnamevanan dinêhirî û wan tayîn kirine retwet kiriye, di 25’ê tîrmehê de bi serdegirtina polîsan a li mala wî ya Enqereyê hate binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz, edîtora T24'ê Sîbel Yukler û edîtora Bîanetê Evrîm Kepenek û rojnamaven Evrîm Denîz jî hatibûn binçavkirin. Hat hînkirin ku rojnamevan ji ber ku der barê dozgerê ku îdianameya 18 rojnamevanên li Amedê hatibûn binçavkirin amade kiribû û hevjîna wî endama heyeta dozê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hin parvekirin kirine û "kesên li dijî terorê têdikoşin hedef nîşan dane" hatine binçavkirin. Firat Can Arslan ji heman îdiayê hate girtin, rojnamevan Delal Akyuz, Sîbel Yukler, Evrîm Kepenek û Evrîm Denîz bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Parêzer Nûray Ozdogan ku li miduriyeta polîsan û edliyeyê kirariyên rojnamevan Arslan dişopand, têkildarî girtina Arslan axivî.    ‘DIXWAZIN BITIRSÎNIN’    Ozdogan a anî ziman ku weke hinceta binçavkirinê xala 6’emîn a TMK’ê hatiye nîşandan, bal kişand ku dozgerê ku lêpirsîn daye destpêkirin û dozgerê ku tê îdiakirin “hedef” hatiye nîşandan beriya niha hevalên hev yên karî ne û wiha got: “Bêguman ev rewşeke awarte ye. Binçavkirina ji xala têkildar çavtirsandin e. Kesên hatine binçavkirin tê zanîn ku rojnamevaniyê dikin. Ozdogan destnîşan kir ku pêvajoya lêpirsîn û binçavkirinê ne hiqûqî ye û “bi hestên tolhildanê” hatiye kirin.    ‘DOZGER Û DADGERAN NAGIRE NAVA XWE’    Ozdogan, diyar kir ku rojnamevan Firat Can Arslan ê hate girtin, biryara HSK’ê weke wê parve kir û wiha domand: “Li vir kesekî ku nasnameya wî veşartî nîne. Dozger û dadger nakevin çarçoveya xala 6’emîn a TMK’ê. Me li dadgehê got, ev xal ji bo hêzên ewlehiyê yên di çarçoveya TMK’ê de hatine peywîrdarkirin e. Ne xaleke ku dadger û dozgeran biparêze ye.”   ‘ROJNAMEYA FERMÎ JÎ HEDEF NÎŞAN DIDE?’   Ozdogan, anî ziman ku darizandin ji ber rayeya darizandina adil ji rayagiştî re vekirî tên bi rê ve birin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtekên ev kes tev li dibin ji rayagiştî re vekirî ne. Herkes dikare temaşe bike û guhdar bike. Biryara girtinê tirsnak bû. Biryareke derveyî rastiyê bû. Bi zanebûn xal xelet şirove kirin û biryara girtinê dan. Ji xwe biryarnameyên HSK’ê di Rojnameya Fermî de tên weşandin. Di Rojnameya Fermî de nimreya sicîl û navî bi awayekî vekirî tê weşandin. Cihê wan ê hatine tayînkirin tê nivîsîn. Di vê rewşê de kesên Rojnameya Fermî diweşînin jî dadger û dozgeran hedef nîşan dide? Rewşeke wiha ya bi nakok heye.”   Ozdogan da xuyakirin ku dadger û dozgerên karên ne li rê kirine naxwazin navê wan ji aliyê raya giştî ve bê zanîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Endamên dadgeriyê yên ku bi zexta hikûmetê karên ne li rê dikin û di nava bêhiqûqî ya ji aliyê hikûmetê ve hatiye afirandin de ne naxwazin bibin mijara nûçeyan. Ji ber ku ew çiqasî bên zanîn, wê ewqasî karibin biryarên neqanûnî bidin. Mesele ev e.”   ‘PEYAM TÊ DAYÎN’    Ozdogan anî ziman ku azadiya îfade û ramanê û mafê agahîgirtinê yê gel jî tên binpêkirin û bi lêv kir ku ew bi lêpirsîneke bi armanca tepisandina van mafan re rû bi rû ne. Ozdogan destnîşan kir ku dadgehê bi girtinê re mesajek şandiye û got: “Bi her awayî hûn derbarê me de nûçeyan çêbikin, hûn hemû dê bên girtin.”  Ozdogan bal kişand ku ev peyam tirsnak e û her endamên çapemeniyê bi rîska binçavkirin û girtinê re rû bi rû ne.   DÊ LI GIRTINA ARSLAN ÎTÎRAZ BÊ KIRIN   Ozdogan, diyar kir ku ew ê îtîrazî girtina Arslan bikin lê zehmetiyê dikişînin ku li benda biryareke li gorî hiqûqê bimînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gumanên me hene ku di lêpirsîneke bi ‘israra’ endamên darazê yên difikirin ku mexdûr in tê birêvebirin de biryareke li gorî hiqûqê bê dayîn.”   MA / Mehmet Aslan