Doza 5 kesên li Nisêbînê hatin kuştin: Li pişt cînayetê sedemên siyasî hene 2023-07-27 16:43:18 MÊRDÎN - Di doza têkildarî kuştina 5 kesên ji Herêma Kurdistanê hatin navçeya Nisêbînê de bersûcan li ser têkiliyên “kûr” ên ku bi dewletê re danîne hevdî sûcdar kirin. Prz. Mehmet Okatan jî wiha got: “Ev ne cînayeteke ji rêzê ye, li pişt sedemên siyasî hene.”   Li ser Rêya Hevrîşimê ya di navbera navçeyên Nisêbîn û Qoserê de di 19’ê çileyê saet 00.30’an de li dijî wesayîteke welatiyên ji Duhoka Herêma Kurdistana Federe êrişa çekdarî pêk hatibû û di êrişê de Hindirin Abdullah Salih (39), Wahida Haydar Casim (63), Abdullah Salih Mustafa (69), Çîmen Şahîn Xalid (75) û Ahmed Celaleddîn Îbrahîm (45) ên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bûn hatin kuştin. Piştî lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat meşandin, danişîna ewil a doza derbarê bersûcên girtî Abdullah K, Faris A. û Mûrat Y. yê negirtî de bi îdiaya "kuştina bi zanebûn", "talana biwesf" û “kirîn, veguhestin an jî hewandina çekan û cebilxaneya wan” û doza derbarê bersûcê negirtî Îbrahîm D. de bi îdiaya "bêyî destûr îthalkirin, hilberîn, veguhastin û firotina çek û guleyan a li welat" hate lidarxistin.   Di danişîna li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate lidarxistin de 2 jê girtî 4 bersûc û parêzerên aliyan amade bûn. Xizmên 5 kesên ji Duhokê hatin jî tev li danişînê bûn.    Piştî tespîta nasnameyan a hate kirin evraq hatin xwendin. Ewilî bi hinceta ku di nava wan de muxalefet heye bersûcê girtî Faris A. hate guhdarkirin, Abdullah K. jî ji eywanê hate derxistin.    ‘LI DUHOKÊ JI BO TEMÊ DIXIBITIM’    Dema ku serokê dadgehê cudahiyên di navbera îfadeya wî ya yekemîn û ya duyemîn de pirsî Faris A. îdîa kir ku di îfadeya xwe ya yekemîn de ji ber ku ji aliyê hêzên dewleta kûr ve hatiye tehdîtkirin tiştek negotiye. Faris A. îdia kir ku bi jina bi navê Melîke K. re hevdîtin kiriye û jinê gotiye bavê wê ji hêzên dewleta kûr e gef li wî xwariye û îdia kir ku ew bi vî awayî tevlî bûyerê bûye. Faris A. ku anî ziman ku kesên bi navê Tolga û Ûgûr jî bi MÎT û JÎTEM'ê gef li wî xwarine û îdîa kir ku li ser navê Şaxa TEM'ê ya Tirkiyeyê li Duhokê bi zorê hatiye xebitandin û talîmat ji kesekî bi navê Tolga girtiye û her tim gefa malbata wî ji holê bê rakirin li wî tê xwarin. Faris A. di berdewamiya îfadeya xwe de wiha got: “Tolga li min geriya û got: ‘Abdullah beriya niha gelek tiştên wiha kirine, ez ji we 2 heta 5’an dixwazim.’ Min ji Abdullah re got ez ê kesî nekujim, lê wî got ferman hatiye û eger em qebûl nekin wê zerarê bidin malbata min. Ji ber vê yekê min qebûl kir. Abdullah wekî Tolga got, anî ziman ku divê em malbatek ji Iraqê tê bikujin.”   ‘NÊZÎ LEŞKERAN HATIN KUŞTIN’    Parêzerê gilîkaran Mehmet Okatan pirsa “Hûn li nêzî leşkeran çalakiyekê dikin, we ev cesaret ji kê girt?” ji Faris A. pirsî. Faris A. li ser vê yekê wiha bersiv da: “Min cesaret negirt, Abdullah girt. Abdullah ji derdora xwe re wekî dewleta kûr dida nasîn, cesaret ji wir girtî ye. Abdullah K.; li KOM’ê navê xwe weke Aydin digot.”   ‘BI KESEKÎ JI IRAQÊ RE DIAXIVÎ’    Bersûc Abdûllah K. yê di danişînê de parastin kir jî îdia kir ku Faris A. cînayet kirine û wiha got: “Faris cînayet kirin û avête ser min. Dema em di rê de diçûn got tekerê wesayîta li pêş teqiyaye. Wesayît rawestand û pişt re kesên di wesayîtê de kuştin. Min jê pirsî ku çima kir, bi kuştinê gef li min jî xwarin. Faris ji min re bi nimreya Iraqê tiştek nivîsan û digot ji nimreya xwe ya din biavêje. Agahiya min ji bûyerê nebû. Dema di rê de wesayît sekinand agahiya min pê çêbû. Faris ji bo forsî bike ez bi navên cuda didam nasîn. Bi kesekî ji Iraqê re diaxivî. Kî bû nizanim. Piştî bûyerê jî ji wesayîtê peya bû û xwest ez dengê muzîkê vekim. Bi telefonê diaxivî, nedixwest ku ez bibihîzim. Ji ber Faris dixwest me xwe weke kesên li ser navê dewletê dixebitin didan nasîn. Ji bo ji hezkiriya xwe ya Iraqê re forsî bike ev yek dikir. Du nimreyên wî yên Iraqê hebûn. Ji min re bi nimreya Iraqê peyam dinivîsandin, min jî ew tiştên wî dinivîsîn ji nimreya Tirkiyeyê dişandin. Heke nimreya Iraqê ya Faris bikardianî bê dîtin wê her tişt derkeve holê. Dema min îtîraf kir Faris dest bi axaftinê kir.”   ‘BILA BÊ LÊKOLÎNKIRIN KU CÎNAYET BI SEDEMÊN SIYASÎ HATIYE KIRIN AN NA’    Pişt re bersûc Mûrat Y. û Îbrahîm D. Yên negirtî tên darizandin îfade dan. Dû re jî parêzeran parastin kirin. Parêzerên gilîkaran xwestin ku bêlêkolînkirin ku cînayet bi sedemên siyasî hatiye kirin an na.   MALBATÊ XWEST KU HEQÎQET DERKEVE HOLÊ    Piştî parastina parêzeran ferdên malbatê axivîn. Yek ji xizmê malbata hatine kuştin Harbî Celaleddîn wiha got: “Ez ewilî li bendê me ev dadgeh heqîqetê derxîne holê. Em dixwazin her kesên tiliya wî di nava vî sûcî de hebe bên darizandin û cezakirin. Ev ne cînayeteke ku ji bo dizîyê hatiye kirine. Ev kesên li vir weke tê dîtin zarok in. Em difikirin ku ev ji aliyê hinek kesan ve hatine araste kirin. Ji ber ku cînayeteke bi zanebûne. Ne cînayeteke hêsan e. Ev kes kesên alim bûn. Kes van aliman ji nişka ve nakuje. Em difikirin ku li pişt vê sedemên cuda hene û ev dadgeh dê rastiyan derxîne holê. Hem gelê Iraqê hem jî gelên Tirkiyeyê meraq dikin bê ka sûcdarên rastî kî ne. Em di wê baweriyê de ne ku cînayeteke bi rengekî plankirî, sêwirandî hatiye kirin û em ji dadgehê dixwazin ku rastiyê aşkere bike. Xizmên me ji aliyê van kesan ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Em dixwazin ew bên cezakirin.”   ‘NE CÎNAYETEKE JI RÊZÊ YE’    Parêzerê gilîkaran Mehmet Okatan ê pişt re axivî, diyar kir ku Abdullah Celaleddîn li Herêma Kurdistana Federe alimekî olî ku tê nasîne û bal kişand ku ev cînayet dişibin cînayetên siyasî yên di salên 90’î hatine kirin. Okatan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em vê weke cînayeteke ji rêzê bibînin em ê xwe bixapînin. Yên li vê derê jî tetîkkêş in. Tetîkkêşên ku karê xwe baş dikinin. Em difikirin ku Faris bi armanca îstîxbaratê bi salan e li wir e û ew şexsê li wir hatiye nirxandin. Ev ne cînayeteke ji rêzê ye, li pişt vê sedema siyasî heye. Lêpirsîn di vî warî de nehatiye birêvebirin. Behçet D., Mûaz D. û Davût O. Têkildarî bûyerê li Herêma Kurdistanê hatin binçavkirin û piştî 4 mehan ji sînor hatin teslîmkirin. Em dixwazin ev kes bên guhdarkirin.”   DÊ BÊ PIRSÎN KA LÊPIRSÎN HEYE AN NA   Dadgehê piştî navbereke kurt biryar da ku girtina Faris A. û Abdullah K. bidome, Çîgdem B. bi darê zorê bê anîn, qeyda hesabên bankê û şîrketê ya bersûcan bê xwestin, lêkolîna pisporan bê kirin û bê pirsîn ku li Herêma Kurdistana Federe tu lêpirsîn hatine destpêkirin an ne.   Dadgeh taloqî 20’ê cotmehê hate kirin.    DI DERKETINA EDLIYEYÊ DE DAXUYANÎ HATE DAYÎN    Di derketina edliyeyê de parêzerê malbatê Mehmet Okatan û yek ji xizmên kesên hate kuştin Harbî Celaleddîn daxuyanî dan. Di daxuyaniya hate dayîn de hate destnîşan kirin ku cînayet ne cînayeteke siyasî ye û hate xwestin ku berpirsyar derkevin holê.