Li Xîzanê şerekî dijwar: Gov hate bombekirin 2023-07-27 17:53:57       BEDLÎS - Di operasyona leşkerî ya li gundê Hûzeran a girêdayî navçeya Xîzanê de pevçûnên dijwar diqewimin. Hate diyarkirin ku leşkeran goveke li gund bombe kirine.      Li gundên girêdayî navçeyên Xîzana Bedlîsê di bin navê “Herêma Ewlehî ya Taybet” de 14 roj in qedexe didomin. Li gundê Hûzeran ji saetên nîvro ve şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Hate diyarkirin ku di pevçûnên didomin de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; hate diyarkirin ku duh bi şev di navbera gundê Hûzeran û Sûreh de di navbera leşkeran û endamên HPG’ê de şer derket. Di şerê ku heta saetên serê sibê berdewam kir de kesekê jiyana xwe ji dest da. Îro dîsa ber bi nîvro ve şer qewimî. Hate diyarkirin ku di operasyona bi hezaran leşker tevlibûn de endamekî HPG’ê yê birîndar bûyî ketiye goveke li gundê Hûzeran û bi sewalên di hundirê govê re hatiye bombekirin. Piştî bombebarana nêzî 3 saetan berdewam kir, leşkeran dest bi rakirina kavilê govê kirin. Hate diyarkirin ku ji bin kavilî cenazeyek hatiye derxistin.     Li gundê ku bi saetan hate bombekirin, destûr nayê dayîn ku kes ji malên xwe derkeve.