Li Kolombiyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan konferans 2023-07-27 22:52:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Dê li Kolombiyayê li ser paradîgmaya "Neteweya Demokratîk" a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan konferansek bê lidraxistin. Konferans dê sê rojan bidome.    Li Bogotayê paytexta Kolombiyayê dê di 28-30’yê Tîrmehê de bi sernavê "Ji bo avakirina civakeke demokratîk rabûna li ber kapîtalîzmê" konferansek bê lidarxistin.    Wê di konferansê de bi taybetî li ser projeya "Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk" a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê sekinandin.   Di daxuyaniya banglêkirinê ya konferansê de, îşaret bi xerabûna civakî ya ji ber modernîteya kapîtalîst hatiye kirin û wiha hatiye gotin: "Ji bo xwedîkirina asoya xwe ya azadker di asta kûreyî de, divê em bi rengê her herêmê yê xweser re bên ba hev."   Piştî axavtina destpêkê wê panelek bi ser navê "Krîza şaristanîbûnê kapîtalîzm" bê lidarxistin.   Paşê dê rûniştina bi navê "Alternatîf ji bo kapîtalîzmê û pergala netewe dewletê" bê lidarxistin. kirin."   Roja duduyan wê komên xebatê yên bi navê "Rêveberiya xweser", "Ekolojî û herêm", "Aborî û herêm", "Jin û azadiya jinan", "Nelihevkirina fikirî", "Ciwan" û "Dewlet û demokrasî" bên avakirin û niqaş bên kirin.   Roja sêyan a konferansê, wê panel li ser şoreş, piştevanî û enternasyonalîzma sedsala 21’ê bê çêkirin.   Ev panel, wê bi du rûniştinan ji serê sibehê heta bi êvarê berdewam bin. Wê konferans bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bibe.