ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-28 09:00:04       * Sînemager Mehmet Emîn Îsî têkildarî 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a Fîlmamedê ku bi pêşengtiya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn hatiye amade kirin, wiha got: “Armanca me mîhrîcaneke aktuel e û em li benda fîlm û projeyên we ne.”   * Endamên meclîsa ciwanan a HDP a Rihayê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Heke dengekî xurt li dijî tecrîdê derkeve wê tecrîd bi dawî bibe. Divê em mal bi mal, gund bi gund, tax bi tax tecrîdê bikin rojev."    * Girtî Selman Çetîner anî ziman ku rastî binpêkirinên mafan ên giran tên û got ku dê tu carî serî netewînin û li ber xwe bidin.    * Denîz Ozarslan ku Ezgî Zerkînê qetil kir hê jî nehatiye zevtkirin. Malbata Zerkînê got: "Ev kujer ji aliyê hin kesan ve tê parastin." KCDP'ê jî ji bo kujer bê zevtkirin amadekariyên hin çalakiyan dike.    * Endama Kongra Starê Menal Mihemed diyar kir ku Şoreşa Rojavayê bersiva herî xurt a jinan a li dijî Peymana Lozanê ye û got: "Dê Lozaneke nû bi têkoşîna jinan bê nivîsandin."    * Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku hikumet bi tecrîdkirina Îmraliyê re dixwaze rewşa bêhêvîtiyê ya civakê mayînde bike û destnîşan kir ku divê zexta civakî were zêdekirin û zemîna muzakereyan bê afirandin.   * Di ser Komkujiya Newala Seyfo re ku wek “33 Gule” tê nasîn 80 sal derbas bûn. Îbrahîm Acar ê ku bavê wî di qetlîamê de jiyana xwe ji dest da diyar kir ku qetlîam bi armanca têkibirina berxwedana kurdan hatiye kirin û 80 sal in qetlîamên wisa diqewimin.    * Li ser qetilkirina nûnerê  Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay 31 sal derbas bûn. Xwişka wî Rahîme Abayay got: “Birayê min mirinê da ber çavan û rojnamegerî kir. Rojnamevanên birûmet dê her hebin.”   * Karkerên DEDAŞ’ê dê çalakiya xwe ya li Amedê bidomînin. (09.00)   * Serokwekîla Koma Partiya Çepên Kesk Meral Daniş Beştaş têkildarî geşedanên rojane dê li Meclisê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30) ZINDΠ   * Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê rapora 3 mehan ku têkildarî girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn amadekiriye dê li avahiya komeleya xwe aşkere bike. (12.00)   * Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê, têkildarî meha 139’emîn a Komkujiya Roboskê dê li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)   * Baroya Wanê, OHD û ÎHD dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgehên Wan û Xelatê diqewimin aşkere bikin. (13.30)