Girtî Çetîner bal kişand ser binpêkirinên mafan: Em ê serî netewînin 2023-07-28 09:03:35   TEKÎRDAG - Girtî Selman Çetîner anî ziman ku rastî binpêkirinên mafan ên giran tên û got ku dê tu carî serî netewînin û li ber xwe bidin.    Selman Çetîner ku 7 sal in girtîye û di Girtîgeha Tekirdagê ya Tîpa F'yê de ye, di 14'ê çileya 2016'an de li Îzmîrê hat binçavkirin û paşê hat girtin. Bi îdiayên "endamtiya rêxisinê" û bêddestûr bikaranîna çekan" hat darizandin û 22 sal û 6 meh ceza lê hat birîn.    Îsa Çetîner, di 25'ê tîrmehê de çû serdana birayê xwe Selman Çetîner. Îsa Çetîner binpêkirinên mafan ên ku birayê wî bi wan re rû bi rû dimîne ragihand.    Çetîner bilêv kir ku di serdanê de birayê wî diyar kiriye ku gardiyan tim davêjin ser qawîşên wan û di avêtina ser qawîşê de dest datînin ser pirtûk, name û kincên wan. Çetîner anî ziman ku gava diçin serdanê ew jî rastî zextên derûnî tên û bi taybetî jî di dema lêgerînê de zor li jinan tê kirin. Çetîner diyar kir ku armanca vê yekê jî ew e ku pêwendiya bi girtiyan re bê qutkirin.    NAMEYÊN WAN NADIN WAN   Çetîner anî ziman ku birayê wî ragihandiye ku rêveberiya girtîgehê xweşikî xwarinê nade wan û tiştên li kantînê tên firotin jî li gor derve pir biha ne û ev tişt gotin: "Ge rem bixwazin wêneyekî bişînin, heya hûrguliyên wê hîn nebin naşînin. Tew hin nameyan jî nadin wan. Birayê min got, gelek name şandine lê heya niha tenê nameyek wî gihîştiye ber destê me."    POLÎTÎKAYA SERTEWANDINÊ   Çetîner diyar kir ku di dema sewqkirina nexweşxaneyê de tahde li girtiyên nexweş tê kirin û got: "Em girtiyên nexweş dişopînin. Hin jê li ber mirinê ne. Tu dibêjî qey dewlet qet wan nabîne. Ew niha tenê li bend amirinê ne. Em vê yekê qebûl nakin. Bi vê re dixwazin girtiyan di bin kontrola xwe de bihêlin. Dibêjin 'ger tu serî bitewînî.' Ew jî serî natewînin. Ger yek jê rabe bibêje 'ez kurd im, ez ê gelê kurd biparêzim', dewlet dibêje 'tiştekî wiha tune ye. An tu yê serî bitewînî an jî dê wiha bibe.'"   ‘BILA HER KES BIBE DENGÊ GIRTÎGEHAN'   Çetîner destnîşan kir ku li dijî binpêkirinan divê her kes bibe dengê girtîgehan û got: "Bila her kes bibe dengê girtiyan. Çiqas deng ji zindanê derkeve jî pêdivî bi derve heye. Demildest divê dawî li vê îşkenceyê û tecrîdê bê. Ez bang li hemû malbatên girtiyan dikim. Em bibin dengê hevalên di zindanê de."    GIRTÎ: EM Ê SERÎ NETEWÎNIN   Çetîner destnîşan kir ku birayê wî ragihandiye ku dê li dijî hemû zextên li girtîgehê li ber xwe bidin û got: "Birayê min got qethiyen em ê serî netewînin. Ger derkevin derve jî dê bi heman awayî bitêkoşin. Ji bo vê bang li her kesî kir ku di vî warî de hesas be."