Baroya Îzmîrê ji parlamenteran re nameyên 'xwekuştinê' şand 2023-07-28 15:25:42   ÎZMÎR – Baroya Îzmîrê di nameyên jî parlamenterên hiqûqnas re şandiye de destnîşan kir ku di 20 salên dawî de ji 100’an zêdetir parêzer xwe kuştine û xwest pirsgirêkên parêzeran werin çareserkirin.    Baroya Îzmîrê ji parlamenterên hiqûqnas re name şand û ji bo çareserkirina pirsgirêkên parêzeran pişgirî xwest. Baroyê di nameyên ji parlamenteran re şandiye de wiha dibêje: “Em li bende ne di pêvajoya sererastkirina kanûnên pêwîst de hûn piştgirî bidin me parêzeran. Pîşeya me hêmaneke avaker ya darazê ye û divê tundiya fîzîkî û aborî ya dijî parêzeran tê meşandin, were dawîkirin, heqdestê me wekî mafê me ji me re were dayîn da ku em jî karibin xebatê xwe di çarçoveya rûmeta pîşeya xwe de pêk bînin."   100’AN ZÊDETIR XWE KUŞTIN   Di nameye hat destnîşankirin di 20 salên dawî de piraniya wan cîwan ji 100’an zêdetir ciwan xwe kuştin û sedema van mirinan a sereke jî aborî ne. Her wiha di nameyê de hat diyarkirin ku di nava 20 salan de ji 500’an zêdetir parêzer ji ber ku kare xwe kirine rastî êrişên fîzîkî hatibûn û ev tişt hat gotin: “Em ji eywanên danişînan bi kaşkirinê tên derxistin yan jî nahêlin em bikevin hundir. Xaza îsotê li me dikin, gefê li me dixwin. Em li edliyê û cihê ku hacîz tê malê xelkê rastî êrişan tên, tên kuştin, birîndar dibin. Yên êrişan li me dikin bi cezayên wekî xelatkirinê tên cezakirin."   PIRSGIRÊK PÊŞIYA KARÊ ME DIGIRIN   Parêzeran di dawiya nemeya xwe de wiha gotin:“Rewşa pîşeya me parêzertiyê hatiyê lê, şert û mercên ku em tê de ne, pêşî bi pêkanîna peywira me digire. Em pergaleke darazê ya ku parêzer nehewce û parastin tune tê hesibandin naxwazin. Em dixwazin li gorî cewhera xwe, li gorî heqdestê xwe û şertên ku em heq dikin de jiyana xwe bidomînin.”