'Rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe’ 2023-07-28 15:49:42 ENQERE - Endamê Hewldana ji bo Roboskî Edalet Tanjû Gunduzalp got: “Li ser vê axê rêya aştî û edaletê di Roboskî re derbas dibe.”    Di ser Qetlîama Roboskî re 139 meh derbas bûn. Di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê de di komkujiyê de 19 jê zarok 34 welatiyên ji gundê Roboskiya navçeya Qilebana Şirnexê jiyana xwe ji dest dan. Hewldana Ji bo Roboskî Edalet di meha 139’emîn de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin, carek din Roboskî qet neqewime” hat hildan.    139 MEH IN ÊŞ Û AZAR KÊM NEBÛYE    Endamê Hewldana ji bo Roboskî Edalet Tancû Gunduzalp daxuyanî da û detnîşan kir ku 139 meh in li Roboskiyê êş û azara malbatan qet kêm nebûye û got: “Kujer li ber çavê hemû dinyayê hatin veşartin û parastin. Divê hemû qetlîam bên darizandin. Îro nebe jî wê sibê hesabê wê bê pirsîn û yên berpirsiyar bên darizandin. Roboskî ezmûna dewlet û îktidarê ye. Li ser vê axê rêya aştî û edaletê di Roboskî re derbas dibe.”