Cenazeyên 3 HPG'iyan radestî malbatên wan hatin kirin 2023-07-28 22:07:57   COLEMÊRG - Cenazeyê Şehmûs Aykol, Ahmet Demîr û Muhammed Fûad Nûsret ên HPG'î ku li Çiyayê Sipêrêzê yê Geverê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan, radestî malbatên wan hatin kirin.    Di 16'ê Hezîranê de li bejahiya gundê Tiloran ê Gever a Colemêrgê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin. Di operasyonê de Şehmûs Aykol (Serxwebûn Amed), Ahmet Demîr (Avareş Pirsûs) û Mûhammed Fûad Nûsret (Raman Sine) di bombeberankirina bi SÎHA'yan de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê her sê HPG'iyan di heman rojê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.     Malbatên her sê HPG'iyan di 3'yê Tîrmehê de ji bo wergirtina cenazeyan serî li Serdozgeriya Komarê ya COlemêrgê dan. PIştî testa DNA'yê ya ferdên malbatan û cenazeyan li hev derketin cenaze îro radestî malbatan hatin kirin. Cenazeyê Şehmûs AYkol ber bi Amedê, yê Ahmet Demîr ber bi Pirsûsa RIhayê hatin birêkirin.   Cenazeyê Mûhammed Fûad Nûsret jî piştî destûra dozgeriyê dê li Taxa Ormanê ya Gever a Colemêrgê bê definkirin.