Bi xendekan gundên li sînor veguherandine qereqolan! 2023-07-29 09:00:44 WAN - Xendekên ku li gundên nêzî sînor ên navçeya Ebex a Wanê hatine kolandin û dîwarên hatine lêkirin, gundan veguherandine qereqolê.    Ji navçeyên Wanê Ebex, Qelqelî û Seravê heya bi navçeya Bazîd a Agiriyê û Gevera Colemêrgê li seranserê sînor xendek hatine kolandin û dîwar hatine lêkirin. Ev xendek û dîwar gundên nêzî sînor veguherandine binkeyên leşkerî. Tenê li navçeya Ebexê ya Wanê 63 xendek hatine kolandin û dîwar hatine lêkirin. Welatiyên ku nikarin heywanên xwe bibin nav zeviyên xwe yên tapokirî, ji ber qereqol û binkeyên leşkerî hatine dorpêçkirin. Li gundê Navarayê yê li nêzî sînor, xendekên hatin kolandin bûne sedema mirina 139 mihan. Şêniyên gund dixwazin xendek bên girtin.    ZAROKÊN WÎ JÎ DI XENDEKAN DE WER BÛN   Muştak Ulgen ragihand ku 600 mihên wan di xendekan de wer bûne û ji wan 139 mih mirine û got ku nikarin biçin nav erdên xwe yên tapokirî jî. Ulgen da zanîn ku bêyî ku haya wan pê bê xistin li nav erdên wan xendek hatine kolandin û got: "Du roj berê zarokên min mih birin çêrê. Mih ketin xendekên ku 6 metre kûr in. Her wiha gava zarokên min xwestin mihan bi xelasê bixin, ew jî di xendekê de wer bûn û di bin mihan de man. Piştî gundî zûzûka xwe gihandin wir, me ew xelas kirin. Ger em hinekî bi derengî biketana dê zarokên min jî bimirana. Em dixwazin demildest ev xendek bên girtin. Niha zêdetirî 700 hezar TL zirara me heye û em dixwazin ev zirar bê telafîkirin."    JI BO GILÎKIRINÊ ÇÛN, HATIN QEWIRANDIN   Fevzî Oztûnç jî bal kişand ser xetereya ji ber xendekan rû dide û got ji bo vê çûne serî li dozgeriyê dane, lê belê tiştek bi dest nexistine. Oztûnç diyar kir ku ji bo gilîkirinê çûne dozgeriyê lê dozgeriyê ew qewirandine û got: "Leşker bêyî ku hincetekê nîşan bidin em ji nav erdên me qewirandin. Ji ber ku derdora xendekan nehatiye girtin em bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Ez debara malbata xwe bi sewalvaniyê dikim, lê cihekî ku em mihên xwe lê biçêrînin nemaye. 139 mihên me mirin. Îjar em ê çawa debara xwe bikin? Em dixwazin xendekên li vir bên girtin û erdên me radestî me bên kirin."    ‘EM DIXWAZIN SEWALVANIYÊ BIKIN'   Fettah Erdogan jî bilêv kir ku ji ber xendek û binkeyên li sînor bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne û got: "Xendek hatine kolandin, lê li derdora wan ne dîwar ne jî tiştekî din hatiye çêkirin. Dewletê ev xendek di nava erseyên me de hatine kolandin û bi tu awayî destûr ji me nexwestine. Em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin ji bo girtina van xendekan di warê hiqûqî de çi hewce be bê kirin. Em naxwazin em careke din bi zirareke wiha re rû bi rû bimînin û em dixwazin bi rihetî sewalvaniyê bikin."