Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn 2023-07-29 12:46:56 AMED - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 755’an de çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin û faîlên Cavît Ozalp pirsîn.  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 755’an de jî çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên ku wêneyên windakiriyan li ser in hate vekirin. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku dayîk ev bi salane aqûbet û faîlên zarokên xwe dipirsin û divê dewlet deng bide xwesteka van dayîkan.   ‘DEST JI ÊRIŞÊN HOVANE BERDIN’   Dû re Endamê Meclîsa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Yilmaz Guneş axivî û diyar kir ku ev zilm e û êdî nayê qebûlkirin. Guneş, da zanîn ku divê desthilata AKP'ê û MHP’ê demildest daxwazên dayîkan bi cih bîne û wiha got: “Li Stenbolê jî ev 23 hefteye bi hovane êrişî Malbat/Mirovên Şemiyê dikin. Serokkomar li Qesra Dolmabahçeyê Dayîkên Şemiyê pêşwazî kir û li ser navê vê dewletê sozek da dayîkan. Lê tevî deh sal bi ser hevdîtina Dolmabahçe re derbas bûn û dayîka Berfo çû ser dilovaniya Xwedê, jî hêj tu encam nehatin girtin. Desthilata AKP'ê û MHP’ê li ser dayîkan faşîzmê didomîne. Îro dîsa dê dayîkên me bi kelepçeyan binçav bikin. Em vê yekê qebûl nakin. Dadgeha Bilind derbarê Dayîkên Şemiyê de biryarek da, li hiqûqa xwe xwedî derbikevin. Em tiştekî din naxwazin. Em weke KESK’ê van kiryaran şermezar dikin û heta berxwedana dayîkên me encam bigire em ê bi wan re bin. Em li vir bang li desthilata AKP'ê û MHP’ê dikin. Dest ji êrişên hovane berdin û daxwazên dayîkên me bi cih bînin.”   ÇÎROKA OZALP HAT XWENDIN   Herî dawî Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Parêzer Jiyan Ormanli çîroka Cavît Ozalp xwend. Çîrok wiha ye: “Li Amedê, di 24’ê tebaxa 1995’an de dema ku Cavît Ozalp li ber dikana Akyil Otomotîvê rûdinê kesekê sivîl nêzî wî dibe û nasnameya wî jê dixwaze. Ev kes piştî ku nasnameyê kontrol dike Cavît bincav dike û bi wesayîteke sor wî dibe Qereqola Cendirmeyan a Bismilê. Li qereqolê gelek îşkence li Cavît tê kirin.   3 roj beriya ku Cavit bê binçavkirin, kurê wî Hecî Ozalp jî li Îstasyona Trenê ya Bismilê tê binçavkirin û ew birin Qereqola Cendirmeyan a Bismilê. Dema bincavkirinê pirsa bavê wî jê dikin û ji Hecî dixwazin der barê bavê xwe de agahî bide. Cavît dema ku di binçavan de ye kurê xwe Hecî dibîne û fêm dike ku kurê wî 3 roj berê hatiye binçavkirin. Hacî Ozalp di 26’ê tebaxa 1995’an de tê berdan.   ‘TIRKIYE HAT MEHKÛMKIRIN’   Di heman rojê de cendirmeyan cenazeyê Cavît dikin du telîsan û radestî keyayê gundê Kamberliyê dikin. Leşker ji keya re dibêjin ku Cavît dema cih nîşanî wan daye pêl mayînê kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Li gorî gotinên gundiyan ji xeynî pîyekî tu ezayên cenaze nemabûne. Hemû ezayên cenaze hatibûne perçekirin.    Malbata Cavît dibêje ku berî bûyerê 3 mehan Qereqola Cendirmeyan a Bismilê Cavît vedixwîne qereqolê û teklîfa sîxurtiyê lê dikin û Cavît teklife red dike. Malbata Ozalp, piştî bûyerê serî li hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî didin. Ji ber ku encamek nagire, malbat serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ji ber ku “mafê jiyanê” hatiye binpêkirin Tirkiyeyê mehkûm dike.”   Piştî xwendina çîroka Ozalp malbatan çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakî bi dawî bû.