Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin 2023-07-29 13:56:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî binçavkirina bi ledanê ya Dayikên Şemiyê ya her hefte li gelek bajaran ev peyam hate dayîn: “Heta ku dorpêça li Qada Galatasarayê bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Mirov/Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, dixwazin bimeşin Qada Galatasarayê lê her hefte ji aliyê polîsan ve tên astengkirin û bi lêdanê tên binçavkirin. Têkildarî vê yekê li gelek bajaran daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyên hatin dayîn de soz hate dayîn ku heta dorpêça Galatarasarayê bi dawî nebe wê têkoşîn bê dayîn.    MÊRDÎN   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê li dijî astengkirina Mirovên/Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiya pankarta “Bila Windakirî Bên Dîtin, Faîl Bên Darizandin” hate vekirin de ji bilî parazvanên mafên mirovan parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrdînê Kamûran Tanhan amade bûn. Di daxuyaniyê de Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrdînê Azîz Turk axivî.    Turk, bi bîr xist ku tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Mirovên/Dayikên Şemiyê gelek caran li dijî qanûnên netewî û navnetewî hatine binçavkirin û wiha got: “Zilma li dijî Mirovên/Dayikên Şemiyê didome. Li Qada Galatasarayê di bin esaretê de ne, kesên daxwazên xwe tînin ziman tên binçavkirin.”   Turk, destnîşan kir ku divê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn were pêkanîn u^wiha berdewam kir: “Em dorpêça li Qada Galatasarayê qebûl nakin. Em ê ji bo dorpêça Qada Galatasarayê bê rakirin, windakiriyên me bên dîtin, faîlên wan bên cezakirin li dijî bêedaletiya niha dengê xwe bilind bikin. Em ê li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê bin û heta dorpêç bi dawî dibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    DÊRSIM     Daxuyaniya ku Şaxa ÎHD’a Dêrsimê xwest li Qada Seyît Riza bê kirin careke din hate astengkirin. Welatiyên ku bertek nîşanî astengkirina polîsan dan wiha gotin: “Kesên Qada Galatasarayê digirin, dixwazin Qada Seyît Riza jî bigirin” û dirûşmeyên “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin. Polîsan destûr neda daxuayanî bê dayîn û Hevserokên Şaxa ÎHD’a Dêrsimê Songul Gulbahar û Gurbuz Solmaz, Serokê EMEP’ê yê Dêrsimê, Nûçegihanê Gazete Patîka Hidir Yildiz, Erhan Çita, Yaşar Sezgîn, Cevahîr Findik û rêveberê HDP’ê Erdal Çelîk bi ledanê binçav kirin.    Kesên hatin binçavkirin birin miduriyeta polîsan.    LI GELEK BAJARAN DAXUYANÎ HATIN DAYÎN     Li Edene û Wanê Şaxên ÎHD’ê, li Mêrsînê Şaxên ÎHD, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Koma Parêzerên Demokrat ên Mêrsînê (DAG) bi daxuyaniyan piştgiriya Dayikên Şemiyê kirin.