Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan 2023-07-29 15:55:44 ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê ya Tîpa S’yê bên berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 464’emîn de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Endama ÎHD’ê Sevîl Turgut metna daxuyaniyê xwend.    ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN’    Turgut da zanîn ku gelek nexweşî bi girtiyên nexweş re hene û gelek girtî bi penceşêrê re rûbirû ne û tevî vê yekê jî nayên berdan û berdana wan tê astengkirin. Turgut diyar kir ku ji ber girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, nayên berdan û cezayên wan nayên taloqkirin li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin.    Turgut bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê ya Tîpa S’yê û got Şukru Baytar, Mahmud Dervîş, Ebûbekîr Yulu, Cemîl Îvrendî û Ramazan Bayram ku li girtîgehê girtî ne rewşa wan ber bi nebaşiyê ve diçe. Turgut diyar kir ku li her girtiyekî gelek nexweşîn peyda bûne û nikarin bi tena serê xwe bijîn. Turgut da zanîn ku divê protez li lingê Mahmud Dervîş bê xistin û ji ber îşkenceya lê hatiye kirin nikare tiliyên xwe bilevitîne. Turgut got Ebûbekîr Yulu jî nikare bi rê ve biçe û û Cemîl Îvrendî û Ramazan Bayram jî nexweş in û xwest van girtiyên nexweş demildest bên berdan.