Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî 2023-07-30 09:08:25     COLEMÊRG - Ciwanên ku li Rûbarokê leşkeran li wan xistibû, diyar kirin ku tahdeya dewletê li gundên wan veghueriye tiştekî kêfî û gotin: "Heke gundî xwe negihandana me, dê leşkeran em bikuştana."    Di 25'ê tîrmehê de li herêma Navberojan a navçeya Rûbarok a Colemêrgê, leşkeran li Serhat, Selahattîn, Mahmût Taş û Ercan Ozmen ên heywanên xwe diçêrandin xistin. Piştî ku gundiyan xwe gihand cihê bûyerê, her 4 ciwan ji lînçkirinê xelas bûn. Paşê her 4 ciwan hatin binçavkirin û bi hinceta sînorê diyarkirî derbas kirine sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ciwanên ku îfadeya wna hat girtin, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Şemzînanê ve bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.    DESTÊN WAN GIRÊDAN Û ÎŞKENCE LI WAN KIRIN   Ciwanên ku li herêmê heywanên xwe çêrandin û rastî şideta leşkeran hatin, tiştên hatin serê wan gotin. Ji şivanan Serhat Taş (18), diyar kir ku roja bûyerê tevî 3 xizmên xwe heywanên xwe ji cihê ku tim wan lê diçêrînin ji bo wan bibin ser avê bi rê ketine, lê belê gava vegeriyane leşkerên li gund ew dane sekinandin. Taş bilêv kir ku gava vegeriyane leşkeran êrişî wan kiriye û got: "Leşkeran destên me girêdan û pêl pişta me kirin. Demekê bi pehînan li me xistin. Çiqas eziyet hebe li me kirin. Em 4 kes bûn, lê ew 20 kes bûn. Hemûyan li me xist. Me niznaibû em ê çi bikin. Ji ber ku me tu tişt nekiribû me kir qîrîn. Ji ber ku em nêzî gund bûn, dengê me çû gundiyan û bi hawara me ve hatin."    ‘ME GOT DÊ ME BIKUJIN'   Taş diyar kir ku li herêmê tim bûyerên bi vî rengî diqewimin û wiha axivî: "Gava gundî hatin cem me, leşkeran dest ji me berda. Bi awayekî ku destên me girêdayî em ber bi gund ve reviyan. Li gund hema bibêje her kes rastî îşkenceya leşkeran tê, lê dengê xwe dernaxînin. Bêhîvî ne, ji lew re dewlet e. Dibêjin em çi bibêjin jî vala ye. Ji ber vê kes giliyê leşkeran nake. Lewma îşkence li m me kirin. Hingî li me xistin, me got wê me bikujin. Gava em ber bi gund ve reviyan, bi çekê bera derdora me dan. Ez dibêjim wê kêliyê fîşekek bi pişta min ve çerixî. Gava min rapora derbkirinê wergirt min bi israr got fîşek li pişta min çerixisye, lê leşkeran got li te nekitiye û pişta te li kevir ketiye. Lê ez qet neketim erdê. Xwestin ez giliyê wan nekim. Em bi zor û heft bela ji nav lepên wan xelas bûn. Heke ne ji gundiyan bûya, teqez dê me bikuştana."    Taş ragihand ku leşkeran ji wan re gotiye "ji ber ku hûn çûn sînor mudaxile li we hatiye kirin" û wiha domand: "Dibêjin hûn çûne sînor, lê her der qedexe ye, em ê çawa biçin sînor? Em dixwazin hemû leşkerên ku em îşkence kirin bên cezakirin. Em dixwazin li gundê xwe rihet bin. Bi salan e em rastî vê îşkenceyê tên."   ‘HAYA KESÎ JI VIR TUNE YE!'    S. Taş ê 16 salî ku rastî îşkenceya lşekeran hat, bilêv kir ku leşker tim tahdeyê li şêniyên gund dikin. Taş diyar kir ku ya tê kirin kêfî ye û wiha got: "Leşker bi awayekî kêfî li gundiyên dixin. Kes deng ji xwe dernaxe. Haya kesî ji qewimînên li vir tune ye. 2-3 sal in ev pêkanînên kêfî bênavber didomin. Bial cez ali van leşkeran bê birîn. Em dixwazin hemû hiqûqnas û her kes di vî warî de hesas be, li ser vê bûyerê bisekine û dengê me bibihîze."    Ercan Ozmen ê 18 salî jî bilêv kir ku beriya bûyerê bi 2 rojan leşkeran li hin welatiyên din jî xistiye û got: "Hema bibêje leşkeran derba kuştinê li me dixist. Bêyî ku tiştekî ji me re bibêjin qederekê li me xistin. Me nizanibû ji bo çi li me dixin. Cihê ku me heywan lê çêrandin tabelayeke tune ye ku hişyar bike ew der qedexe ye. em tim diçûnw ir. Lê em rastî tu pirsgirêkan nedihatin. Lê di demên dawî de tahdeya leşkeran pir zêde bûye.    Ozmen xwest ku leşkerên ku li wan xistine bên cezakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke ew leşker neyên cezakirin dê car din hema tişt çêbibin. Tew dibe ku me bikujin jî. Berî ku kes bimire divê li ser vê bê sekinandin. Êdî em naxwazin bûyerên bi vî rengî çêbibin."    MA / Mazlûm Engîndenîz