Navenda Til Rifat hat bombebarankirin 2023-07-30 10:55:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê bi SÎHA'yê bombe li navenda navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê barand.   Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî gund, navçe û bajarên Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Balafireke Bêmirov a Biçek a (SÎHA) ya Tirkiyeyê êrişî navenda navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê kir. Li gorî agahiyên destpêkê hat gotin ku ziyanên madî çêbûne.