Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn 2023-07-30 10:56:16 QERS - Li Qersê otobusa rêwiyanji pirê ket xwarê û di encama qezayê de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar hene  Li navçeya Qamûşanê ya Qersê otobusa rêwiyan ji pira Karakurtê ya bi qasî 50 metre bilind e, qelibî û gindirî newalê bû. Ev pir di navbera Qers û Erziromê de ye û qeza serê sibehê çêbû. Hat zanîn ku gelek kes birîndar bûne. Tîmên tenduristiyê û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.   Hat zanîn ku di qezayê de 7 kesan  jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûne.