2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin 2023-07-30 11:28:56   ENQERE – Li ser êrişa nijadperest a ku 7 ferdên malbata Dedeogulları hatin qetilkirin 2 sal derbas bûn, lê hê jî piştperdeya êrişê nehatiye eşkerekirin. Çetîn Dedeogullari ku ew tenê ji malbata xwe maye got: “Tenê kesek girtî ye. Kamera tuneba dê wî kesî jî negirtî bidarizandana."      Di 30'yê tîrmeha 2021'an de li navçeya Meramê ya Konyayê li dijî ferdên malbata Dedeogûllair êrişek nijadperest pêk hat. Di êrişê de 7 ferdên malbatê hatin qetilkirin. Di ser vê êrişa nijadperest re 2 sal derbas bûn. Malbatên Çalik û Keleş yekem carê di 12’ê gulana 2021’an êrişî malbata Dedeogulari kirin û 7 endamên malbatê birîndar kiribûn. Êrişkaran gef li malbatê xwaribûn û gotibûn, "Em ulkucu ne, em ê nehêlin ku hûn bijîn." Piştî êrişê ji êrişkaran 7 kes hatin girtin û hê 2 meh derbas nebûn hemû hatin berdan. Li pey biryara tahliyekirinê 18 roj şunde vê carê di 30 tîrmehê de li dijî malbata Dedeogulları êrişa duyem pêk hat. Di êrişê de 7 endamên malbata Dedeogullari hatin qetilkirin.    Çetîn Dedeogullari   QETLÎAM JI DÎMENAN XUYA DIKE   Êrişa duyem ji ber ku malbat kamerayê li avahiyê xwe xistibû, ji dîmenan derket holê. Ji dîmenan baş tê xuyakirin ku Mehmet Altûn êrişa duyem pêk aniye. Her wiha beriya êrişê û piştî êrişê hin wesayîtên din jî li dora malê têne xuyakirin. Dîsa ji dîmenan xuya dike ku tetikkêş Altûn berî ji malê dûr bikeve kesên ji êrişê birîndar xelas dibin, dîsa dide ber guleyan û dixwaze malê bişewitîne. Lê belê ne ew erebeyên li dor xanî digeriyan ne jî kesên pişt vê qetlîamê nehatin eşkerekirin.    Altûn ê hatiye girtin îdia kir ku ew bi tena serê xwe vê bûyerê pêk aniye lê belê Altûn ê ku karekê nake derket holê ku di otelên luks de maye, wesayît kirê kiriye û piştî bûyerê ji malbata xwe re pere şandiye. Her wiha derket holê ku Altûn 3 roj berî teslîmbûnê bi polîsan re 45 deqeyan bi telefonê axaftiye. Lê belê tevî ku 2 sal derbas bûn jî piştpiredeya qetlîamê nehat eşkerakirin, bê ka Altûn wan pereyan ji ku aniye û ji bo qetlîamê pêk bîne kê piştgirî daye wî.    TÊKILIYA WÎ YA BI POLÎSAN RE   Derket holê ku dema Altûn dihat darizandin 3 meh berî teslîmbûnê bi polîsan re telefonê kiriye û 45 deqeyan bi polîsan re axaftiye û wiha gotiye, “Ez ê hê 5 kesên din jî bikûjim û wisa teslîm bibim." Her wiha Altûn di îfadeyên xwe de ev tişt gotine: “Polisan ji min re gotin ku wan mirinê ji mêj ve heq kiribûn”, “Polîsan ji bo ku min hembêz bikin, bi zorê xwe digirtin”, “Piştî îfadeyê ji min re gotin ku me bi zorê xwe girt ku me te hembêz nekin, em ji ber peywirê hinek bi ser te ve hatin. Xalên te yên binirx hene.”   4’emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Konyayê di danişîna biryarê ya 21’ê mijdara 2022’yan de cezayê muebeda giran da li kujer Altûn birî. Lê belê li gel têkiliyên Altûn ên bi polîsan re gelek mijarên din nehatin ronîkirin.    PARASTVAN DAN ÊRIŞKARAN   Çetîn Dedeogullari ê ji êrişê tenê sax maye pêşî û paşiya bûyerê nirxand. Dedeogullari anî ziman ku wan gelek caran ji bo parastvan serlêdan kirine û wiha axivî: “Di êrişa ewil de tundiyek zêde li malbata min hat kirin. Birayê min xwîşka min man di venêrîna awarte de man. Birayê min piştî êrişê li min geriya û serçavên wî di nava xwînê de bûn. Ji bavê min re gotibûn ku ‘Em ulkucu ne, em ê nehêlin ku hûn bijîn'. Me gelek caran parastvan xwest lê belê parastvan nedan me.”   ‘JI BER EM KURD BÛN…’   Dedeogûllari destnîşan kir ku gelek rayedaran piştî bûyerê ji wî re gotine tu dê bibî sedema raperîna gel û got: “Îro ji ber em kurd bûn vê qetlîamê li ser me pêk anîn. Ji ber gotinên desthilatdaran bandor li ser hin kesan dikin ev qetlîam li ser kudan tên meşandin. Dewlet li ser vê nijadperestiyê xwe li ser pêya digire. Gelek caran rayedarên dewletê ji min re gotin ku bûyer nijadperestî ye lê hûn dîsa jî neynin ziman. Gelek parlamenterên desthilatê jî ji min re gotin tu dê bibî sedema raperîna gel.”    'JI PÊKANÎNA EDALETÊ BÊBAWER IM’   Dedeogullari bal kişand ser pêvajoya darazê û ji bo tiştên tên kirin pênaseya “şanoyê” kir û got: “Pêvajoya vê darizandinê şano ye. 2 îdianame hatin amadekirin û tevî hemû nerazîbûnên me dosyeyan nekirin yek. Di deqeya dawî de dosye cuda kirin. Dosyayek niha di Dadgeha Bilind de ye, ya din jî di destê dadgeha herêmê de ye û hê jî berdewam dike. Gelek delîlên şênber di destê me de ne. Polîs rê nîşanî kujer daye ku ew ê çawa îfadeyê bide û ev yek jî di dosyeyê de ye. Ez ji pêkanîna edaletê bêbawer im. 2 sal ser qetlîamê derbas bûn û 20 danişîn hatin lidarxistin. Dê polîtîkayên bêcezahiştinê bisepînin.”   ‘DEST JI TÊKOŞÎNA HIQÛQÊ BERNADIM’   Dedeogulları diyar kir ku ew ê heta dawiyê pêvajoya darazê bişopînin û axaftin xwe wiha bi dawî kir: “Çiqas ku delîlên şênber derdikevin holê ew jî di polîtîkayên bêcezahiştinê de israr dikin. Ji malbatê ez tenê sax  mam e. Heya ku edalet bi cih were, ez ê heya dawiyê şopdarê vî karî bibim. Dê tu car dest jî têkoşîna hiqûqê bernedim. Hewce bike ez ê dozê bibim Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).    MA / Hakan Yalçin