Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin 2023-07-30 15:11:07 ŞIRNEX - Li navçeya Elkê Kader Gok ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.   Li gundê Şekalwa yê bi ser  navçeya Elkê ya Şirnexê ve zilamê bi navê Îshak Gok hevjîna xwe Kader Gok (38) û welatiyê bi navê Ramazan Voral qetil kir. Piştî bûyer hat ragihandin leşker û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Li tevî hemû mudaxileyan jî Gok û Vural nehatin rizgarkirin. Êrişkar Îshak Gok piştî bûyerê çû qereqolê teslîm bû û hat girtin.