HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand 2023-07-30 16:34:27     NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ya têkildarî “kuştina” 12 şervanên xwe derewand.    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyek nivîskî îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand.    HSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li gorî daxuyaniya îro ya Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk, tê îdiakirin ku di êrişên li dijî hêzên me de 12 şervanên me şehîd xistin e. Ev îdiayê wan ne rast e.”