‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’ 2023-07-30 18:35:53   WAN - Di panela li ser Peymana Lozanê hat lidarxistin de hat bibîrxistin ku kurd kirine 4 parçeyan û wiha hat gotin: “Paşeroj û pêşeroja gelan nikare bi peymanekê bê qedandin.”    Li Wanê di pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de panela bi navê “Peymana Qirkirinê ya Sedsalê: Lozan” hate lidarxistin. Di panela bi moderatoriya rojnamevan Adnan Bîlen de pêk hat Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (BDP) a Wanê Şengul Polat, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Wanê Sînan Çiftyurek û Parêzer Cemal Demîr beşdar bûn.   Beriya panela ku li baxçeyê avahiya HDP’a Wanê hate kirin, li qadê pankarta “Fermana Komkujiya Sed Salan: Lozan” hate lidarxistin. Rêxistinên DBP’ê, HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên Wanê, endam û rêveberên MEBYA-DER, TUHAY-DER, OHD, KESK, Komeleya Çand û Hunerê ya Arsîsayê û gelek kes beşdarî panelê bûn.    Bîlen ku di panelê de axaftina vekirinê kir bi bîr xist ku bi Peymana Lozanê ya di 24'ê Tîrmeha 1923'yan de ji aliyê serdestan ve hat îmzekirin re erdnîgariya kurdan bûye 4 parçe. Bîlen da xuyakirin ku di pêvajoya sedsalan de qirkirin hatiye kirin û bal kişand ser girîngiya gavên divê di sedsala nû de ji bo pêşeroja kurdan werin avêtin.   ‘EM Ê PÊVAJOYEKE NÛ BIDIN DESTPÊKIRIN?’    Çîftyurek ê pişt re axivî, konjonktura neteweyî û navneteweyî ya di dema îmzekirina Peymana Lozanê de nirxand. Çîftyurek, diyar kir ku gelê kurd di wê pêvajoyê de parçebûyî bûn û Mûstafa Kemal jî ev yek baş bikaranî û anî ziman ku bi tevlibûna hêzên emperyalîst Peymana Lozanê hate îmzekirin. Çîftyurek di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji niha û pê ve ya girîng ew e ku em vê peymanê bidomînin an jî pêvajoyeke nû bidin destpêkirin. Lazim e kurd yekîtiya nava xwe misoger bikin û bi hev re tevbigerin. Em polîtîka û armancên dewletên ku ev peyman îmze kirine şermezar dikin. Divê tavilê ji gelê kurd lêborînê bixwazin û piştgiriyê bidin têkoşîna wan a ji bo xwerêvebirinê.”   BANDORA LOZANÊ YA LI SER JINAN     Polat a dû re axivî jî bandora Lozanê ya li ser destkeftiyên jinan nirxand. Polat anî ziman ku dema Lozan pêk hat yekser bandorek neyînî li jinan kir. Polat, anî ziman ku piştî Lozanê bi taybetî li dijî çand û zimanê gelê kurd êrîş pêk hatine. Polat, bi lêv kir ku di civakekê de yên ku çand û zimanê xwe diparêzin jin in û diyar kir ku piştî vê lihevkirinê ji bo şikandin û têkbirina îradeya jinê bi polîtîkayên cuda êrîş pêk hatin. Polat, da xuyakirin ku jin bi malê tên sînorkirin û bi taybetî jî li ser bingeha baweriyê hewl tê dayîn jin ji jiyanê bên dûrxistin û wiha berdeam kir: “Lê belê jinan bi têkoşîna azadiyê ya kurd re ev berevajî kirin. Li ser bingeha dirûşmeya 'Heta jin azad nebe civak azad nabe' jinan xwe li her qada jiyanê bi rêxistin kirin û jiyana xwe dewam kirin. Şoreşa Rojava bi destê jinan pêk hat. Niha jî berxwedana li Rojhilat mezin dikin. Ev hemû bi berxwedana jinan dest pê kir û didome. Paşeroj û pêşeroja gelan nikare bi peymanekê bê qedandin.”   ‘BI LOZANÊ KURDISTAN KIRIN 4 PARÇE’      Demîr ê herî dawî axivî jî qala nêrîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser Peymana Lozanê kir û divê gelê kurd ji niha û pê ve çi bike vegot. Demîr diyar kir ku Tirkiyeyê bi Lozanê înkar û tunekirina gelê kurd û Kurdistanê armanc kir û wiha got: “Ji wê rojê û vir ve polîtîkaya asîmîlasyon û înkarê dewam dike. Rêbertî di danûstandinên xwe de gelekî giraniyê da ser vê Peymana Lozanê. Diyar dike ku divê Lozan were nûkirin û Peymana Lozanê tenê ji bo tirkan e, ne ji bo kurdan e.”   Panel, piştî axaftinên panelîstan, bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.