Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn 2023-07-31 14:10:33   BEDLÎS - Li çoltera navçeya Xîzanê qedexeyên fîîlî didomin, li herêma operasyonê ji aliyê leşkeran ve dar tên birîn.    Li herêma weke “Daristana Findiqan” tê binavkirin û gelek gundên girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê lê hene di 14’ê tîrmehê de weke “Herêma Ewlehiya Taybet” hate îlankirin. Tevî ku biryara qedexeyê di 28’ê tîrmehê de bi dawî bû jî dorpêça leşkeran nehate rakirin. Li qada ku gund lê ne operasyona bi tevlibûna gelek leşker û cerdevanan hatiye destpêkirin didome. Hate diyarkirin ku operasyon li gundê Hûzeran ku endamê HPG’ê Guven Ozcan lê jiyana xwe ji dest da û derdora gundên Best, Sûreh, Xûlepûr û Kekulan hatiye zêdekirin.    Darên findiqan ên li gundê Xûlepûr, bi kemçeyên anîn gund, ji koka wan tên jêkirin. Hate diyarkirin ku leşker qadên dar lê hene ji bo rê veke ji holê radikin.    ÇI QEWIMÎ BÛ   Li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kûran û Mezra Pisyan ên girêdayî navçeya Xîzan a Bedlisê di 2’yê tîrmehê de qedexeya derketina derve hate îlankirin. Piştî qedexeyê bi tevlibûna bi hezaran leşker û cerdevanan operasyonek hate destpêkirin. Biryara qedexeyê di 6’ê tîrmehê de hate bidawîkirin lê operasyonê berdewam kir. Dema operasyon berdewam dikir, herêmeke berfireh a gundên Xûlepûr û Kekulan digire nava xwe vê carê di 14’ê tîrmehê de weke “Herêma Ewlehiya Taybet” hate îlankirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku qedexe dê heta 28’ê tîrmehê berdewam bike.    TIŞTÊN LI HERÊMÊ DIQEWIMIN   Di dema operasyonên piştî qedexeya derketina derve hatin destpêkirin de welatî hatin astengkirin ku ji malên xwe derkevin. Sewal bi rojan di govan de birçî hatin sekinandin û destûr nehate dayîn ku berhemên çandiniyê bên komkirin. Çoltera gundên Xûlepûr û Kekulan ên operasyon lê berfireh bû bi rojan bi dijwarî hate bombekirin. Di vê navberê de kamerayên MOBESE’yê û fotokapan li gundan û derdorên wan hatin bicihkirin. Ji ber bombeyên li herêma operasyonê hatin avêtin bi sedan dar şewitîn û bi maşîneyên kar ên leşkeran bi xwe re biribûn jî zirareke mezin dan xwezayê. Bi sedan dar li qadên daristanê birîn û rê çêkirin.   Di dema talankirina ekolojîk û mexdûriyeta mezin a gundiyan jiyan de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Bi taybetî piştî biryara “Herêma Ewlehiya Taybet” pevçûn dijwar bûn. Pevçûnên herî dijwar di navbera dîrokên 26-27’ê tîrmehê li herêma di navbera gundên Sûreh û Hûzeran rû dan. Herêm bi helîkopter û Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) bi dijwarî hate bombekirin. Di pevçûnan de endamê HPG’ê Guven Ozcan (Rêdûr Sîser) jiyana xwe ji dest da.