Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin 2023-07-31 17:07:54   MÊRDÎN - Keyayê taxa Tûrgût Ozal, Abdûlkadîr Yaman bi hinceta lêpirsîna derbarê wî de hatiye destpêkirin, ji peywirê hate girtin.    Keyayê taxa Tûrgût Ozal a Qosera Mêrdînê Abdûlkadîr Yaman ê di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de hatibû hilbijartin ji peywirê hat girtin û şûna wî endamê azayê Bekir Kilinç hat peywirdarkirin. Keya Yaman destnîşan kir ku ew bi hinceta ku lêpirsîna derbarê wî de hatiye vekirin ji kar hatiye girtin. Yaman anî ziman ku di nivîsa ku jê re şandine de ev tişt hatine gotin: “Ji ber silametiya lêpirsînê ji peywîrê hatî dûrxistin.” Her wiha Yaman diyar kir ku ew di çarçoveya lêpirsînê de di sala 2018’an bi hinceta “propagandayê” îfade daye û heta niha ev îfade veneguheriye dozekê.