Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin 2023-08-01 10:16:27 MÊRDÎN - Ramazan Îldem ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye, 3 mehên din hate taloqkirin.    Girtî Ramazan Îldem di tîrmeha sala 1993’yan de li navçeya Qoser a Mêrdînê hate binçavkirin û girtin. Îldem ev 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tê ragirtin. Diviyabû Îldem di 4’ê tîrmehê de bihata berdan lê belê ji ber rapora bi îdiaya “halxweş nîne” ya Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê, tehliyeya wî 3 mehan hate taloqkirin.    DI 30 SALAN DE LI 8 GIRTÎGEHAN MA   Îldem, di tîrmeha sala 1993’yan di 22 saliya xwe de li Qoserê hate binçavkirin. Li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê hate darizandin û bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Ji ewil li girtîgeha Mêrdînê ma û piştre jî li gorî rêzê li girtîgehên Bartin, Amed, Yozgat, Mêrdîn, Erzirom, Bartin û Bafrayê ma.    'ÇI DIBE BILA BIBE DIVÊ KURÊ MIN XWEDÎ LI DOZA XWE DERKEVE’    Dayika Îldem a 75 salî Halîme Îldem bertek nîşanî vê neheqiyê da û wiha got: “Ji ber ku kesekî navê wî da, kurê min 30 sal in girtî ye. Lê dîsa jî em poşman nînin. Tiştek nabe. 30 sal in qediyan û hêj di hefsê de ye. Kurê min di van 30 salan de li gelek girtîgehan ma. Ez her carê diçim serdana wî. Me digot piştî 30 salan dê bînin malê. Me haziriyên xwe kirin û dê ji bo pêşwazîkirinê biçûna. Telefon kir û got 3 meh ceza lê hatiye birîn. Lê çi dibe bila bibe dê dev ji têkoşînê bernede. Çi dibe bila bibe ez poşman nînim. Ji ber ku neheqî tê kirin. Dijmin e, dev jê bernade. Tevî her tiştekî tekane daxwaza min ew e ku kurê min xwedî li doza xwe, xebata xwe, zimanê xwe xwedî derkeve. Ez wisa bawerim ku ew û hevalên xwe di rêyeke bişeref de ne. Jixwe tiştekî ji vê baştir nîne. Ma ji bo ji girtîgehê derkeve dê dev ji her tiştekî berde û xwe bide aliyekî? Tiştekî wiha nabe. Ji ewil ez vê qebûl nakim û destûrê nadim.”