Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir 2023-08-01 11:56:51   RIHA - Li Rihayê wesayîteke bizirx wergeriya û polîsek mir.    Di ketina Şaxa Midûriyeta Çevîk Kuvvetê ya li ser Cadeya Şahabettîn Harput a li Taxa Karşiyaka ya navçeya Karakopru ya Rihayê wesayîteke bizirx wergeriya. Nehat zanîn bê ka wesayît ji ber çi wergeriyaye lê polîsek bi giranî birîndar bû.    Hat zanîn ku polîsê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan, mir.