Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin 2023-08-01 16:23:50   ŞIRNEX - Endamên Meclisa Şaredariya Şirnexê yên HDP'î ku sepana lêgerînê qebûl nekirin, civîna Meclisa Şaredariyê terk kirin û şaredarê AKP'î protesto kirin.   Şaredariya Şirnexê di destê AKP’ê de ye, bi sala ye dema endamên Meclisa Şaredariya Şirnexê yên HDP’î dikevin avahiya şaredariyê lêgerînê li ser wan ferz dike. Îro civîna mehane ya meclisê hebû û li eywana konferansan a şaredariyê hate lidarxistin. Dema endamên meclisê yên HDP’î hatin ber deriyê şaredariyê, polîsên li ber derî xwestin çenteyên HDP’iyan lêgerîn bikin. Endamên HDP’î jî li dijî vê sepanê derketin. Li ser vê yekê destûr nehat dayîn ku bikevin avahiya şaredariyê.    Di civînê de Şaredarê Şirnexê yê AKP’î Mehmet Yarka jî amade bû. Endamên HDP’î yên tev li civînê bûn ev rewş protesto kirin. Li ser navê HDP’iyan endamê meclisê Esat Galip axivî û ev bertek nîşan da: “Heke dema em dikevin şaredariyê li ser me lêgerîn were kirin, wê demê hewce nake em li vir kom bibin. Dîsa dema hevalên me dixwestin bikevin şaredariyê lêgerîn lê hate ferzkirin. Wan jî ev rewş qebûl nekirin lewma destûr nehat dayîn derbas bibin. Heke ku her carê wiha bibe em jî dê tev li nebin. Em vê biryarê şermezar dikin û civînê diterikînin.”    Piştî axaftinê, endamên HDP’î ev sepan û şaredarê AKP’î protresto kirin û ji civînê derketin.