Li Geliyê Bêtkarê şerê dijwar diqewime 2023-08-01 18:01:37 ŞIRNEX - Li Geliyê Bêtkarê şerekî dijwar diqewime. Çavkaniyên herêmî îdia kirin ku di şer de 10 leşker hatine kuştin û 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Li herêma di navbera Geliyê Bêtkarê û Dolapdereyê de ya navçeya Qilebana Şirnexê, ji 27 tirmehê heta niha di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şerê dijwar diqewime. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî ragihandin, heta niha gelek leşker sewqî herêmê hatine kirin. Her wiha hat ragihandin ku ji aliyê leşkeran ve şivan bi pezê wan ve ji herêmê hatine derxistin û ji ber bombebaranê helîkopteran agir bi qada daristanî ketiye û bi ti awayî mudixeleyî şewatê nayê kirin. Her wiha çavkaniyên herêmê îdia kirin ku li herêmê di encama pêvçûnan de 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û 10 leşkeran jî hatine kuştin. Li herêmê liv û tevgera hewayî û bejahî ya leşkerî didome.       Her wiha li nêzî herêma Bêtkarê ketin û derketina gelek gundan jî ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hatibûn qedexekirin.