Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êriş pêk hat: Kesek birîndar bû 2023-08-01 19:30:56   ÎZMÎR - Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êrişa çekdarî hat kirin û jinek birîndar bû.    Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li navçeya Konaka Îzmîrê êrişa çekdarî pêk hat. Di êrişa çekdarî de jinek ji Tirkiyeyê ku xebatkara sefaretxaneyê ye birîndar bû. Walîtiya Îzmîrê daxuyanî da û îdia kir ku kesê êriş pêk aniye Z.O. ye û astengdarê zihnî ye. Walîtiyê got ku di êrişê de welatiya bi navê E.T. birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.