ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2023'YAN 2023-08-02 09:00:16       * Endamên Tevgera Ekolojiyê yên Mezopotamyayê bertek nîşanî talana xwezayê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê da û wiha gotin: “Heke em weke xwezaparêz dest bidin hev, dikarin qirkirina xwezayê rawestînin.    * Parêzerê girtiyê nexweş Bûrhan Barût ku di girtîgehê de îşkence lê hatiye kirin, Cîhan Ulsen têkildarî îşkenceyê axivî û destnîşan kir ku heke agahiyên gihiştine ber destê wan rast bin, rewşa Barût di xetereyê de ye û dê parêzerên rêxistinên mafan biçin hevdîtinê.   * Ji ber girtiyê nexweş Ahmet Zenger ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê tê ragirtin, “poşmantiya” lê tê ferzkirin qebûl nake, berdana wî 6 mehan hate taloqkirin.    * Endama Meclisa Jina a Partiya Çepên Kesk Sevtap Akdag, diyar kir ku di civînên jinan ên di çarçoveya jinûve avakirinê de rexneyên erênî derketin holê û wiha got: “Em ê rêxistibûyîna xwe xurttir bikin.”   *  Li Wanê hem ajokaran hem jî gel bertek nîşanî bihayên rê yên nava bajêr ku di nava mehekê de du caran hatin zemkirin dan. Ajokaran, diyar kir ku her roj zirar dikin û gel jî wiha got: “Em nikarin li malê nan peyda bikin ku bixwin.”   * Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan ji bo Mîhrîcana Xweza, Bawerî û Çandê ya Gimgimê ku îsal dê cara duyemîn were lidarxistin banga tevlibûnê kir, anî ziman ku dê mîhrîcaneke gelek pir rengîn û pir bawerî be.    * 53'yemîn danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   * Platforma Zana Bêdeng Nabin, dê di nava kampûsa Zanîngeha Bîlgiyê de têkildarî zeman daxuyaniyekê li dar bixe. (14.30)