Parêzer Cîhan Ulsen: Dibe ku rewşa Bûrhan Barût di xetereyê de be 2023-08-02 09:01:29 AMED - Parêzerê girtiyê nexweş Bûrhan Barût ku di girtîgehê de îşkence lê hatiye kirin, Cîhan Ulsen têkildarî îşkenceyê axivî û destnîşan kir ku heke agahiyên gihiştine ber destê wan rast bin, rewşa Barût di xetereyê de ye û dê parêzerên rêxistinên mafan biçin hevdîtinê.   Bûrhan Barût ê ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, di 10’ê tîrmehê de bi rêya telefonê îşkenceya li wî hatiye kirin ragihandibû. Barût di hevdîtina bi telefonê de diyar kiribû ku bi kelemçeyên hesin îşkenceya “girêka beraz” lê hatiye kirin û 8 gardiyanan li wî xistin e. Barût destnîşan kiribû ku yek sergardiyanê bi navê Omer û 8 gardiyanên din ku dibêje komeke taybet ya îşkenceyê ye, 5 saetan li wî xistine û ji ber nexweşiya xwe ya bêhntengiyê hatiye asta mirinê. Barût gotibû ku heke gardiyanên ku ji wî re xwarinê dibin 20 deqeyên din dereng biçûna, dê ew miriba û dibêje ku gardiyanên ji wî re xwarin birin jî matmayî man e. Parêzerê Barût, Cîhan Ulsen têkildarî mijarê axivî û destnîşan kir ku heke agahiyên gihiştine ber destê wan rast bin, rewşa Barût di bin xetereyê de ye.    TÊKILDARÎ BÛYERÊ GILÎ HATIYE KIRIN   Ulsen, da zanîn ku wan geşedanên derheqê îşkenceya li Bûrhan Barût hatiye kirin hefteya çûyî bi dest xistin e. Ulsen, diyar kir ku muvekîlê wî bi birayê xwe re ketiye têkiliyê û wisa haya wan ji bûyerê çêbûye. Ulsen, anî ziman ku îşkence bi rêya telefonê hatiye ragihandin, lewma haya wan bi berfirehî ji bûyerê nîne û wiha got: “Ewil hat zanîn ku ew tazî kirine û lêdane. Ji ber nexweşiya xwe ya bêhntengiyê bi binpêkirinên mafên tendûristiyê re rû bi rû maye û piştî îşkenceyê jî, daxwaza rapora lêdanê kiriye. Lê ev mafê wî jî nehatiye bicihanîn. Li gorî gotinên Barût, bi tevî îşkenceyê, gelek heqaret lê kirine û gef jî lê xwarin e. Me jî guh da gotinên muvekîlê xwe û birayê wî. Piştre me ji ber îşkenceya hatiye kirin û cezakirina berpirsyaran li Serdozgeriya Antalyayê gilî kir. Me di daxwaznameya xwe de giliyê Midûrê Saziyê, gardiyanên têkildar û sergardiyanê bi navê Omer kir ku muvekîlê min ji min re gotibû. Lê ev gilî kirin sînordar nîne, ev daxwaznameya giliyê ji bo hemû kesên têkildarî vê îşkenceyê bûye, peywira xwe ji bo karên ne baş bi kar anîne û muameleya xerab kirine."    WÊ PARÊZER BIÇIN HEVDÎTINA BARÛT   Bi domdarî Ulsen bi lêv kir ku wan tenê serî li Serdozgeriya Antalyayê nedaye, her wiha wan serî li Desteya Teftîşê ya Wezareta Dadê û Desteya Şopandin û Îdareya Girtîgehê jî dan e. Ulsen, got ku piştî bûyer li ser çapemeniyê cih girt, gelek baro û rêxistinên mafan jî hesasiyetek nîşan dan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Duh me destûrnameyên hem parêzerên mafên mirovan yên Baroya Antalyayê hem jî parêzerên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derxistin. Ew ê biçin bi Bûrhan re hevdîtinekê bikin û hûrgiliyên îşkenceyê, hûrgiliyên meseleyê hîn bibin. Em jî dê li gor vê yekê agahiyên zelaltir bi dest bixin. Piştî van hevdîtinan em jî dê di çarçoveya agahiyên hevalên me yên parêzer dane me de bi yek beyanan agahiyê bi Wezareta Dadê û Serdozgeriya Antalyayê re parve bikin. Em ê bi rêya çapemeniyê jî ragihînin. Qasê ku ji destê me tê em ê lêpirsîna kesên ku îşkenceyê dikin, kesên ku çavên xwe li ber îşkenceyê digirin, kesên derbarê îşkecekaran de lêpirsînê nadin destpêkirin bişopînin.”   ‘DIBE KU REWŞA WÎ DI XETEREYÊ DE BE’   Ulsen bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyê nexweş Bûrhan Barût daye destpêkirin û da zanîn ku li gorî gotina malbata wî di 7 tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ulsen, da zanîn ku hûrgiliyên vê mijarê jî dê piştî hevdîtina parêzeran derkeve holê û wiha berdewam kir: “Jixwe nexweiya astimê lê peyda bûye û mafên xwe yên xizmeta tendûristiyê wernagire. Çûyîna nexweşxaneyê deynin aliyekê, mafî wî yê revîrê jî tê astengkirin. Heke agahiyên li ber destê me rast bin û ji 7’ê tîrmehê ve di greva birçîbûnê de be, rewşa wî di xetereyê de ye. Ji ber ku hem nexweşiya wî ya astimê heye, hem jî vê nexweşiyê niha gelek nexweşiyên din jî bi xwe re aniye.”   ‘DIBÊJÎ QEY LI DIJÎ BÛRHAN ÎŞKENCEYEKE SÎSTEMATÎK HEYE’   Di berdewamê de Ulsen diyar kir ku ew di asta Dadgeha Bilind de daxilî dosyeya Barût bûye û di darizandina esil de parêzerê wî nebûye. Ulsen, bi bîr xist ku Barût beriya niha jî di girtîgehên cuda de bi îşkenceyê re rû bi rû maye û ev tişt anî ziman: "Me bi hevalên xwe yên parêzer re şopandina van bûyeran jî kiribû. Di Girtîgeha Tekîrdagê de dîsa bûyerek wisa qewimî, lê weke hemû gavan serlêdanên me bi biryara neşopandinê biencam bû. Dibêjî qey li dijî Bûrhan îşkenceyeke sîstematîk heye. Ji ber ku dixwaze bê girtîgehek nêzî malbata xwe, lê hertim ev daxwaza wî tê redkirin û dişînin girtîgehên hatin û çûyîna wê zehmet. Li Antalyayê jî serlêdanên wî û malbata wî ya ji bo sewqê hatibûn redkirin. Li Tekîrdagê jî heman tişt rû dida. Niha em li Antalyayê van kiryaran mezintir û sîstematîktir dibînin. Ev jî di me de fikra ‘Li dijî Bûrhan îşkenceyeke sîstematîk heye’ çêdike. Em weke meseleya Tekîrdagê dest ji vê meseleyê bernadin û heta encam tê girtîn em ê bişopînin.”   ‘LI TIRKIYEYÊ KIRYARÊN ANTÎDEMOKRATÎK BELAV BÛNE’   Parêzer Ulsen têkildarî sepana hucreya yekkesî jî axivî û destnîşan kir ku wan beriya niha jî ji bo vê mijarê serlêdan kirine û çi encam bi dest nexistine. Ulsen, anî ziman ku weke cezayê dane Burhan ne besî wan be di her rewşê de cezayê wî girantir dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li Tirkiyeyê di qonaxa em gihiştinê de kiryarên antîdemokratîk belav bûne. Dest ji rêgeza ‘dewleta hiqûqê’ hatiye kişandin û niha jî bûye ‘dewleta polîsan’. Em bi mekanîzmeyek desthilatê ku ji îşkenceyê re dibêje na, lê niha çavên xwe ji îşkenceyê re digire re rû bi rû ne. Banga me li hemû rêxistinên sivîl û mafan û hemû beşên di van mijaran de hesas in ku li dijî îşkenceyê bin. Ji ber ku heke îro hûn li dijî îşkenceyê dernekevin, dibe ku sibê hûn jî bibin kirde û mexdûrê vê îşkenceyê. Ji xwe rêxistinên me yên mafan her meh raporên binpêkirina mafên di girtîgehan de parve dikin, lê divê hemû beşên civakê bên ba hev û bi dengeke bilind bînin ziman. Ji ber ku sûcê îşkenceyê di şer de jî hatiye qedexekirin. Ji ber vê yekê sekna li dijî desthilatê peywir û berpirsiyariya hemû civakê ye. Ez ji vir banga piştgiriya vê têkoşînê dikim.”   MA / Bazîd Evren