Ji HDK’ê kampanyaya ‘Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin’ 2023-08-02 10:11:24 STENBOL - Înîsiyatîfa Têkoşîna li Dijî Tiryakê ya HDK'ê amûrên ku di çarçoveya kampanyaya "Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin" de berhev kir û dê li ciwanan belav bike.    Înîsiyatîfa li Dijî Tiryakê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li dijî bikaranîna tiryakê bi dirûşma “Bila ciwan ne bi tiryakê, bi piştgiriya te bi muzîkê ve girêdayî bin” kampanya da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de enstûrmanên wek tembûr, gîtar, bendîr bi piştevaniyê tên berhevkirin li ciwanan tên belavkirin. Rawestgeha ewil a Înîsiyatîfê, Komeleya Çand û Hunerê ya Kooperatîfa Jinan a Licê bû. Ev komele jî li dijî tiryakê têdikoşe. Înîsiyatîfê enstrûmanan ji bo xebatên çand û hunerê da komeleyê û hewl dide ku ciwanan li şûna tiryakê arasteyî xebatê çand û hunerê bikin.    LI DIJÎ TIRYAKÊ HUNER    Endamê Înîsiyatîfa li Dijî Tiryakê ya HDK’ê Sînan Gokçe diyar kir ku li dijî tiryakê xebatên çand û hunerê alternatîf in. Gokçe da zanîn ku Komeleya Çand û Hunerê ya Kooperatîfiya Jinan a Licê li dijî tiryakê hatiye avakirin û komeleyê xwe gihandiye wan û got: “Em dixwazin li dijî tiryakê berê ciwanan bidin xebatên çand û hunerê. Em dikarin pêdiviya wan a enstrûmanan dabîn bikin. Armanca me ew e em li dijî tiryakê ciwanan biparêzin û xwedî li wan derkevin. Kampanya me di demek kin de gihîşt serkeftinê. Niha enstrûmanên me kom kirin e em ê bişînin Licê.”    Gokçe diyar kir ku armanca Komeleya Çand û Hunerê ya Kooperatifiya Jinan a Licê ew e ku bi taybetî li Kurdistanê rê li ber bikranîna madeyên hişbirê bigire û li dijî vê hunerê hilberîne. Gokçe anî ziman ku li navçeya Licê û li gelek bajar û navçeyên din ên bakurê Kurdistanê îktidar bi awayek sîstematîk tiryakê di nav ciwanan de belav dike û ew jî dixwazin bi xebatên çand û hunerê bersiva vê bidin û ciwnan ji tora tiryakê rizgar bikin.    HÊZA HUNERÊ    Gokçe anî ziman ku hêz û qenciya hunerê ya guhertina ciwanan û civakê heye û huner bi her awayî tesîrek mayînde li ser ciwanan dihêle û heke ev kampanya wiha bidome dê ciwan gelek jê sûdê werbigirin.    TÊKOŞÎNA ALTERNATÎF   Gokçe destnîşan kir ku têkoşîna wan bi her awayê xwe alternatîfa îktidarê û dewletê ye û ew ê li dijî tiryakê her bi piştevaniyê rabin. Gokçe got wan di çarçoveya kampanyayê de heta niha 10 gîtar, 14 erbane û 14 tembûr şandine Licê û hunermendan cihêreng piştgirî dane kampanyayê.    Gokçe da zanîn ku ev kampanya wan destpêk e û ew ê kampanyayê bi vî rengî li pêş bixin.    MA / Omer Îbrahîmoglû