Doza Kobanê: Divê yê ku digot ‘Kobanê ket wa dikeve’ bê darizandin 2023-08-02 10:45:08 ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan diyar kir ku Doza Kobanê ne hiqûqî ye û got: “Yên ku divê were darizandin, xwediyê gotina ‘Kobanê ket wa dikeve’ ye.”    Partlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan ê hiqûqzan Doza Kobanê ku 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd jê tên darizandin nirxand û dozê wek bêhiqûqî pênase kir.    'BI AWAYEK TAYBET TÊ MEŞANDIN’    Bozan bal kişand ku daxwazên parêzeran ên ji bo demê li dijî 5 hezar û 268 rûpelan mutalaya dozgeriyê nayê qebûlkirin û got ku doz bi awayekî taybet hatiye meşandin. Bozan wiha got: "Di danişîna duh de siyasetmedarên tên darizandin der barê belgeyên nû yên li dosyeyê hatine zêdekirin beyanên xwe kirin. Lê belê serokê dadgehê her tim mudaxileyî axaftina siyasetmedaran kir. Lê mixabin mafê parastinê tê astengkirin û darizandineke adil nayê kirin. Dadgeh ji aliyê dadgeheke taybet ve hatiye avakirin. Ev rewş jî bi tena serê xwe nîşan dide ku li vir darizandineke hiqûqî nîne."   Bozan bi bîr xist ku piştî gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan ên "Kobanê ket wa dikeve” çalakiyên gel di 7’ê Cotmeha 2014’an de dest pê kir û got: “Yên ku divê were darizandin, xwediyê gotina ‘Kobanê ket wa dikeve’ ye.”   ‘DOZA KOBANÊ DOZEKE POLÎTÎK E’    Bozan diyar kir ku heyeta dadgehê xwest siyasetmedaran bi lez û bez ceza bike û wiha got: "Dadgehê xwest beriya hilbijartina giştî vê dosyeyê bi dawî bike û siyasetmedaran ceza bike. Lê belê nekarîn biryarê beriya hilbijartinê bidin. Îro di nava dadgehê de ne. Dixwazin bi vî awayî danişînekê li dar bixin. Doza Kobanê ne însanî û ne hiqûqî ye, her roj belgeyên nû li dosyeyê tên zêdekirin. Li aliyê din siyasetmedarên girtî parastina xwe li dijî mutalayê amade dikin, li aliyekî jî hewl didin dozê biqedînin. Bi awayekî sîstematîk hewl didin belgeyên di dosyeyê de hatine girtin lêkolîn bikin. Rûniştina dozê ji destpêkê ve bi awayekî polîtîk tê meşandin. Teqez rêveçûna Doza Kobanê wê ji aliyê saziya siyasî ve bê diyarkirin."   MA / Hakan Yalçin