Qedexeya fiîlî ya li Xîzanê didome: Pevçûnên dijwar diqewimin 2023-08-02 11:46:11   BEDLÎS - Qedexeya fiîlî ya li Xîzanê û operasyona bi tevlibûna bi hezaran leşker û cerdevanan hatiye destpêkirin didome. Hat zanîn ku di çarçoveya operasyonê de duh li herêmê pevçûnên dijwar qewimîn.    Di 14’ê tîrmehê de li gelek gundên navçeya Xîzan a Bedlîsê “herêma Ewlekariya Taybet” hate ragihandin û ev qedexe di 28’ê tîrmehê de bi dawî bû. Tevî bidawîbûna qedexeyê jî qedexeya li ser herêmê bi awayekî fiîlî didome. Bi tevlibûna gelek leşker û cerdevanan li deverên gundan operasyon hate destpêkirin û ev operasyon hêj didome. Hat ragihandin ku operasyon bi taybet jî li ser çoltarê gundê Hûzeranê û Tuskanê tê meşandin.    ENDAMEKÎ HPG’Ê DI BOMBEBARANÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA    Operasyona li herêmê ev meheke didome û di roja 26’emîn a operasyonê de endamê HPG’ê Guven Ozcan (Rêdûr Sîser) jiyana xwe ji dest dabû. Bi hezaran leşker û cerdevan di operasyonê de cih digirin û duh li herêmên navborî şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Hat ragihandin ku di encama şer û pevçûnên li herêma Tuskanê ya li derdora gundên Hûzeran, Xûlepûr û Kekulanê de endamekî HPG’ê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku endamê HPG’ê di pevçûnên 25-26’ê tîrmehê de birîndar bûbû û duh di encama bombebarana ÎHA û SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest daye.    BIRÎNA DARÊN HERÊMÊ DIDOME   Piştî şer û pevçûnên duh, bi hezaran leşker û cerdevanan xwe ji navenda gund vekişandin û li herêma Tuskanê hatin veguhestin. Di heman demê de birîna daran a li Tuskanê didome û quntarên çiyayên herêmê jî bênavber tên bombebarankirin. Bi taybet jî darên findiqan ên li gundê Xûlepûrê bi kemçeyên li herêmê hatine veguhestin ji rih ve tên derxistin. Hat zanîn ku leşkerên li herêmê qadeke daristanê ya mezin ji bo rê birî ye.     2 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Di vê navberê de duh li gundê Xûlepûrê bi ser malan de hate girtin. Hat zanîn ku 2 welatî bi hinceta “Biryara qedexeyê binpê kirine” hatin binçavkirin. Welatiyê bi navê H.A. li qereqolê hate berdan û tê payîn ku îfadeyê A.A. jî were girtin.