Li herêmên qedexekirî yên Şirnexê şer, şewat û binçavkirin didomin 2023-08-02 14:11:37   ŞIRNEX - Li Geliyê Bêtkarê ku şer lê didomin, agirê ku bi qada daristanê ketiye jî hê nehatiye vemirandin û li herêmê belav dibe. Li gundê Bilbêsa Elkê jî qedexe didome û du kes hatin binçavkirin.     Li herêma di navbera Geliyê Bêtkarê û Dolapdereyê de yên bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve ji 27 tirmehê heta niha di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şerê dijwar diqewime. Çûnehata li herêm bo 15 rojan hatiye qedexekirin. Li herêmê 27’ê tirmehê di encama bombebarana bi helîkopteran hat kirin, agir bi daristanê ketibû. Agirê ku nayê vemirandin li herêmê belav dibe.    Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku şewat ji ber ku nayê vemirandin li herêmê belav dibe. Li Geliyê Bêtkarê ku bi sedan cur bi cur ajal hene jiyana wan jî di xetereyê de ye.    Her wiha şeniyên herêmê ragihandin ku liv û tevgera leşkerî ya li bejahî û hewayî ya ber bi herêmê ve jî didome.    LI GUNDÊ BILBÊSÊ QEDEXE DIDOME    Li çoltera gundê Bilbêsê yê bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve jî çûnehat ji 29’ê tîrmehê ve hatiye qedexekirin. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ku belav kiriye tê gotin dê qedexeya li herêmê heta 4’ê tebaxê berdewam bike.    Piştî biryara qedexeyê leşkeran gundê Bilbêsê û derdora wê dorpêç kiriye. Leşker destûrê nadin ku gundî biçin nav baxçe û zeviyên xwe. Her wiha leşker tenê heta cihekî destûrê didin ku şivan dikaribin pezê xwe bibinê.    AVÊTIN SER MALAN    Li aliyekî dorpêça li ser gund berdewam dike li aliyekî jî leşkeran avêt ser malbata Cîn û di serdegirtinê de Îzzettîn Cîn kirin binçavan. Hat zanîn ku derbarê du lawên Cîn de jî biryara binçavkirinê heye û lawek wî li Silopiya di serdegirtina malê de ji aliyê polîsna ve hatiye binçavkirin. Di serdegirtina malbata Cîn de derî û pencereyan şikandin û kelûpelên malê belav kirin.    Hat zanîn ku Îzzettîn Cîn li Fermandariya Leşkeriyê ya Şirnexê tê ragirtin û biryara “sînordarkirinê danîne ser dosyeyê. Hat diyarkirin ku leşkeran di çarçoveya heman lêpirsînê de ji bo îfadeyan gazî hin kesên din jî kirine.