'Çekdarkirina şexsî tundiyê zêde kiriye’ 2023-08-02 16:03:59   RIHA - Li Rihayê li têkildarî bûyerên demên dawî zêde bûn daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku çekdarkirina şexsî tundiyê zêde kiriye.    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Rihayê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Rihayê û Partiya Çepên Kesk a Bajarê Rihayê têkildarî şerên navbera malbatan û bûyerên navbera kesan ên demên dawî daxuyanî da. Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş di daxuyaniyê de axivî û êrişa li Esenyûrta Stenbolê di dikanek tekelê de û êrişa li dijî êzidiyên Wêranşarê qewimîn bi bîr xist.    Atiş bal kişand ser çekdarkirina şexsî, tundî û şerê çekdarî ku di demên dawî de zêde bûne û got: "Hikûmetê rê li ber çekdarkirina şexsî vekiriye. Bajarê ku di salên dawî de herî zêde şerê çekdarî lê hat kirin Amed bû. Ev du sal in li Rihayê jî bûyer û şerê navbera malbatan diqewimin.” Atiş diyar kir ku li tevahiya welêt 4 hezar û 500 kes bi çekan hatine qetilkirin û got ku çeka şexsî polîtîkayeke şerê taybet e ku li dijî kurdan tê bikaranîn û vê pêvajo weke halê şer bi nav kir û ev yek dibe sedema kuştina mirovan. Atiş da zanîn ku ev şer ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê jî pêk tên.