‘Daxwaza Diyanetê ya tevlibûna Doza Kobanê fetwa ku weke qanûn hatiye nixumandin e’ 2023-08-02 18:11:35   ENQERE - Yek ji parêzerên dozê Îbrahîm Ergûn nerazîbûn nîşanî Serokatiya Diyanetê ya ji bo beşdarî doza Kobanê bibe da û got: “Ev daxwaza Diyanetê fetwa ku weke qanûn hatiye nixumandin e.”   Rûniştina duyemîn a 27’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, piştî navberê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.   Dadgehê diyar kir ku siyasetmedar Alp Altinors ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji bo ji danişînan xelas bibe daxwaznameyek pêşkeş kiriye û ev daxwaz qebûl kir.    BERTEK NÎŞAN DA   Parêzerê Gulfer Akkaya, Îbrahîm Ergun ê pişt re mafê axaftinê girt, da zanîn ku tevî daxwaznameya beriya niha dabû û hin daxwaz di nav de bûn jî ji bo pêkanîna van daxwazan tu kirarî nehatine kirin. Ergun, bi lêv kir ku doz ne dozeke hiqûqî ye û bêhiqûqiyên di dozê de hatine kirin rêz kirin.    FETWAYA DIYANETÊ    Ergun, bal kişand ser daxwaza tevlibûna dozê ya Serokatiya Daîreya Karên Diyanetê ya 11’ê gulanê û bi lêv kir ku Diyanetê ji HDP’iyan re gotiye “bêexlaq”. Ergun, bal kişand ser muşawirê hiqûqê yê Diyanetê parêzer Selamî Açan jî û wiha bertek nîşan da: “Ez bi zêdehî li wî vedigerînim.” Ergun, her wiha ev tişt got: “Ez vê yekê fetwa ku weke qanûn hatiye nixumandin dibînim.”   Şandeya dadgehê piştî parastina parêzer Ergun danişîn taloqî 3’yê tebaxê kir.