ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2023'YAN 2023-08-03 09:00:29     * Civaknas Azad Bariş, diyar kir ku fermana 73’yemîn a li ser êzidiyan bi êrişên Tirkiyeyê didomin û wiha got: “Em dixwazin bawerî, ol, çand, ziman, qesîde, muzîk û her tiştê xwe bi awayekî azad bijîn.”   * Bûyerên îşkence, muameleyên xerab û lêdanên ku leşkeran li Colemêrg û navçeyên wê bi taybetî li herêmên sînor kirine, bi dawî nabin. Li sînorên bi dehan kes lê jiyana xwe ji dest didin, faîl bi polîtîkaya necezakirinê tên fîhilkirin.    * Gulê Mişko ku di nava êzidiyan de bi navê Dayê Gulê tê nasîn, di komkujiya 3’ê Tebaxê ku DAIŞ’ê li dijî Şengalê pêk anî de, ji bo nekeve destê DAIŞ'ê bi qehremanî li ber xwe da û bi 30 guleyan hate qetilkirin.    * Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê Denîz Topkan bang kir ku li dijî talana xwezayê ya li Licê, Cûdî û Akbelenê tê kirin reflekseke hevpar bê nîşandan.   * Berdana Resûl Baltaci ku 30 sal in  girtî ye bi hinceta cezayên dîsîplînê yên bi biryara dadgehê hatin betalkirin, 11 meh in tên astenkirin.    * 53’yemîn danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   * Bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn û çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. (12.30-17.30)   * Starta 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dê li Qada Seyîd Riza bê dayîn. (13.00)