Civaknas Bariş: Fermana 74'emîn bi êrişên Tirkiyeyê didome 2023-08-03 09:01:03   STENBOL - Civaknas Azad Bariş, diyar kir ku fermana 74’emîn a li ser êzidiyan bi êrişên Tirkiyeyê didomin û wiha got: “Em dixwazin bawerî, ol, çand, ziman, qesîde, muzîk û her tiştê xwe bi awayekî azad bijîn.”   DAIŞ a ku hêzên kûrewî berê wê dabû Rojhilata Navîn, bajarê Iraqê Misûl dagir kir û li dijî xelkên herêmê dest bi qirkirinê kir. Piştî dagirkirina Misûlê, di şeva roja 2’yê tebaxa 2014’an girêdayî 3’yê tebaxê dike de DAIŞ’ê êrişî êzidiyan kir. Êrişên wê yên li dijî gundên li derdora Çiyayê Şengalê veguherîn qirkirinê. Bi êrişan re hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê xwe ji Şengalê vekişandin û bûn sedema Fermana 74’emîn. Di êrişên DAIŞ’ê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok dîl hatin girtin, bi dehhezaran jê koçber bûn û bi hezaran jin jî di bazarên koleyan de hatin firotin. Bi destpêkirina êrişên qirkirinê yên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê re 12 endamên HPG’ê li ber xwe dan û êrişa DAIŞ’ê şikand. Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di navbera Şengal û Rojava de korîdora jiyanê vekirî, êzidiyên asê mayîn hatin rizgarkirin.    Piştî Fermana 74’emîn bi zextên Amerîka û Tirkiyeyê bi Peymana Şengalê ya di navbera Hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistana Federe ya di bin rêveberiya PDK’ê de hate îmzekirin, êzidî jinûve hedef hatin girtin. Piştî vê peymanê li Şengala êrişên hewayî yên dewleta tirk lê bi dawî nabin, êrişên artêşa Iraqê dest pê kirin. Êzidiyên li dijî Fermana 74’emîn li ber xwe didin, li dijî êrişên artêşa Iraqê û Tirkiyeyê axa xwe ya pîroz terk nekirin.    Civaknasê êzidî Dr. Azad Bariş, Komkujiya Şengalê ya kete sala xwe ya 9’an û geşedanên pişt re qewimîn nirxandin.    Azad Bariş   ‘JI BO KU KURD BÛN LEWMA HATIN QETILKIRIN’    Bariş, diyar kir ku êzidî çand û baweriya xwe bi kurdî dijîn, duayên xwe û qêrînên xwe bi kurdî dikin û wiha got: “Ya ku bû sedemê qetilkirina êzdiyan kurdbûn e.” Bariş, anî ziman ku êzidî hemû nirxên ku kurdî ne di bawerî û çanda xwe de diparêzin û wiha got: “Her komkujiya li dijî êzidiyan, êrişeke li dijî nirxan e. Ji ber wê yekê li ser vê axa ku dergûşa gelan tê penasekirin êzidî 74 caran ketin bin axê. Û sedem jî baweriya wan e. Baweriya êzidiyan kurdî û Kurdistanî ye. Ji ber vê yekê êriş li wan tê kirin. Tenê ne ku êzidî ne êriş li wan tê kirin ji bo êzidiyên kurd in êriş tên kirin.”   JIN ÇIMA HEDEF HATIN GIRTIN?   Bariş got ku “Mezopotamyaya ku weke baxçeyê gelan tê pênasekirin, ji bo êzidiyan tu carî nebûye baxçe” û anî ziman ku di tevahiya dîrokê de her tim hatiye xwestin êzidî li ser van axan bên tunekirin. Bariş, da xuyakirin ku jinên xwedî li nirxên ziman, çand û baweriyê yên civaka êzidî derdikevin, bi qetilkirina wan û firotina wan li bazaran weke koleyan re dixwazin bîra civakî jê bibin û destnîşan kir ku ev êrîş îro jî dewam dikin.    PLANÊN NETEWE DEWLETAN   Bariş ê anî ziman ku li pişt DAIŞ’ê netew dewlet hene, bal kişand ser komkujiyên ku kirine û destnîşan kir ku weke hemû komkujiyên hatin jiyîn, Komkujiya Şengalê jî bi plankirî bû. Bariş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “DAIŞ ji bo projeya ku netew dewletan plankiribû têxin meriyetê derxistin holê. Û bêguman di hedefa wan gel û bawerî hebûn. Yek ji van baweriyên kêm mayî jî êzidî bûn û bi taybetî jî dirûşmeya ‘jiyaneke nû pêkan e’ ku kurdan li Rojava û Rojhilata Navîn belav kirin bû. Ya rast ji bo pêşî li vê pêvajoya ku kurdan bi dest xistiye yan jî li cîhanê belav bûye bê girtin û bêyî ku navenda wan nirxan ava bibe wê xera bikin kirin. Ev yek bû sedem ku êzidî jî hedef bên girtin. Ev tiştekî rêxistinkirî ye. Armanc guhertina avaniya demografîk e. Li ser paqijiya etnîkî axê bê êzidî bihêlin.”   ‘DIXWAZIN KOMKUJIYÊ TEMAM BIKIN’    Bariş, bal kişand ser êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî êzidiyan û hemû herêmê û bi bîr xist ku Tirkiyeyê di sala 2021’an de li Şengalê nexweşxaneyek bombebaran kir û sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Bariş, diyar kir ku dê Tirkiye ji ber van êrişan were darizandin û wiha pê de çû: “Tirkiye hewl dide kesên DAIŞ’ê xelas nekirin bi bombe û balafiran biqedîne. Bila dest ji vê dijminatiyê berdin. Ev komkujî, berdewama jenosîdê ye. Divê Tirkiye ji xeletiyê vegere û vê dijminatiyê neke.”   DU JINAN JI CÎHANÊ RE RAGIHANDIN   Bariş, diyar kir ku PDK’ê di êrişên DAIŞ’ê de gelê Êzidî bêxwedî hişt û revî û dîmenên rojnamevan Berfîn Hezîl ên wê demê ku kêliya hêzên PDK’ê ji Şengalê direviyan bi bîr xist. Bariş, axaftina xwe wiha domand: “PDK êzidiyan radestî wan hov û çeteyan dike. Ji bo vê jî ew dîmenên dîrokî yên Berfîn Hêzîlê pir girîng in. Dîsa axaftina parlamentera Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl a 'Hawarê' ya di parlementoyê de cîhan hejand. Van her du jinan komkujiya êzidiyan ji cîhanê re ragihandin. Piştre lehengên tevgera modern a kurd derketin holê. 150 hezar kes birin Rojava. 7 kesan êzidî rizgar kirin. Ji wan nebûya, wê komkujî pir mezin bûya, sed hezar mirov wê bimira. Heke gotin di cih de be, 7 kesan karîn komeke dermirov û hov rawestînin. Heke ew nebûna, belkî proje ketibûya meriyetê.”   ÊZIDIYAN RÊVEBERIYA XWE YA XWESER AVA KIRIN   Bariş, da zanîn ku piştî hewldana komkujiyeke gengaz bi saya tevgera modern a kurd bi ser xwe ve hatin, hêzên xwe yên xweparastinê ava kirin û wiha lê zêde kir: “Wan Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê ava kirin. Li dijî kê? Ne li dijî dewletên derdorê, li dijî êrişên tên kirin ji bo xwe biparêzin ev yek kirin. Tevgera modern a kurd piştgirî da, piştevanî kir û bi hawara wan çû. Ji ber vê yekê bi rêya komkujiyê qebûlkirina êzidiyatiyê gav bi gav li cîhanê derket holê. Ev komkujî di serî de li Almanya, li Holanda, Belçîka û gelek deverên cîhanê weke qirkirin hate qebûlkirin. Divê em li Ermenîstan, Rojava, Başûr, Bakur û li her derê ber bi avabûneke hîn rêxistinbûyî, li nirxên xwe xwedî derkev û biparêze ve biçin.”   ‘EM DIXWAZIN BI AWAYEKÎ AZAD BIJÎN’    Bariş, bang kir ku ev komkujiyên li dijî êzidiyan hatine kirin ji aliyê tevahiya cîhanê ve weke sûcê li dijî mirovahiyê û weke jenosîdê bên qebûlkirin û got: “Em dewletekê naxwazin. Em dixwazin Vatîkaneke ku lihevkirin lê pêk were û aştî di nava yekîtiya partiyên siyasî yên kurd de pêk were. Em dixwazin bawerî, ol, çand, ziman, qesîde, muzîk û her tiştê xwe bi awayekî azad bijîn. Ji bo vî gelî, ji bo vê axê çi ji destê me bê em ê seferber bikin.”   MA / Rûkiye Adiguzel