Xeta sînor veguheriye herêma mirin û îşkenceyê! 2023-08-03 09:21:05   COLEMÊRG - Bûyerên îşkence, muameleyên xerab û lêdanên ku leşkeran li Colemêrg û navçeyên wê bi taybetî li herêmên sînor kirine, bi dawî nabin. Li sînorên bi dehan kes lê jiyana xwe ji dest didin, faîl bi polîtîkaya necezakirinê tên fîhilkirin.    Îşkence, muameleya xerab û lêdana leşkeran a li Colemêrg û navçeyên wê yên li ser xeta sînor a Herêma Kurdistana Federe bi dawî nabin. Li bajarê bi salan e bûyerên mirin û îşkenceyê lê xelas nabin, kesên îşkenceyê dikin bi polîtîkaya “necezakirinê” tên fîhilkirin. Colemêrg ku yek ji bajarên ku ji ber îşkence, muameleya xerab û guleyên leşker-polîsan herî zêde lê mirin çêdibin, bi lêdana Serhat, Mahmût Serkan Taş, Ercan Ozmen û S. Taş ên di 25’ê tîrmehê de li herêma Navberojan a navçeya Rûbarokê sewalên xwe diçêrandin, ket rojevê. Apê zarokên hatine derbkirin û niştecihê Navberojan Cabbar Taş diyar kir ku mirov ji ber “îxlalkirina sînor” tên qetilkirin.   JI MIRINÊ RE HINCETA ‘BINPÊKIRINA SÎNOR’    Taş, da xuyakirin ku bûyera lêdanê ya li Rûbarokê ne bûyera destpêkê û ya nû ya tundiyê ye û anî ziman ku ev rewş li Kurdistanê bi taybetî li navçeyên Şemzînan û Rûbarokê gelek caran tên jiyîn. Taş, bal kişand ku ji berê ve di salê de herî kêm 30-40 binpêkirinên mafan qewimîne û da zanîn ku di bûyerên hatine qewimîn de heta niha nêzî 10 ciwan bi guleya leşkeran hatine qetilkirin. Taş, anî ziman ku leşker bi hinceta “binpêkirina sînor” her tim ciwanan qetil dikin û wiha got: “Zarok dizanin sînor li ku derê ye û her çiqas tiştekî wisa pêk neyê jî zarokên me tên qetilkirin. Sînor heta nava zevî û cihên ku em lê dijîn anîne. Îro anîne rewşeke wisa ku em nikarin li gund sewalan xwedî bikin û sewalkariyê bikin.”   ZAROK SÛCDAR E, LEŞKER MEXDÛR E!   Taş ê qala polîtîkayên necezakirinê kir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em çiqas ji îşkenceya leşkeran a li zarokên me aciz bibin ji biryarên dadgeh û dozger didin re jî ewqas aciz bûn. Bi biryarên bêhiqûqî hewl didin xetayên leşkeran veşêrin. Şûna ku mafê zarokên me bên parastin, derbarê wan de cezayê pere, biryara kontrola edlî û qedexeya derveyî welat hate dayîn. Şandeya dadgehê, zarokên me weke sûcdar leşker jî weke mexdûr dîtin. Wijdana şandeya dadgehê ya ev biryar dayî çawa evqas rehet e? Yekane tişta me di vê biryarê de dît û fêm kir, sûcên leşkeran tê veşartin. Di dîmenan de îşkence jî derb jî li ber çavan e lê tevî vê jî zarok hatin cezakirin.”   ‘JI KURDAN RE MIRIN REWA TÊ DÎTIN’    Taş, diyar kir ku baweriya mirovên li erdnîgariya Kurdistanê dijîn ji ber biryarên “bêhiqûqî” yên dadgehan, bi qanûnan nema ye wiha berdewam kir: “Li ku dera edaletê hatiye nivîsîn ku mirovek were îşkencekirin û mexdûrkirin û li ser vê yekê jî sûcdar weke mexdûr, mexdûr jî weke sûcdar nîşan didin. Heke ev zarok, zarokên wan bi xwe bûna da helwesta wan çawa be? Heke li Rize, Çanakkale, Enqere û Stenbolê bi vî şiklî îşkence li zarokan hatibûya kirin, da bi vî şiklî nêzîk bibin? Lê dema mijar zarokên kurdan be mirina wan jî îşkence jî rewa tê dîtin. Em bang li hemû parêzerên li welat dikin; ji bo pêşî li bûyerên îşkenceyê yên bi vî şiklî bê girtin, piştgiriya hiqûqî şert e.”   TIŞTÊN DI 3 SALAN DE LI RÛBAROKÊ QEWIMÎN      Li Rûbarokê hin îşkence, mûameleya xerab û kuştinên leşkeran ên tenê ji sala 2019’an û vir ve di çapemeniyê de cih girtin wiha ne:    “*1’ê tebaxa 2019’an : Li gundê Çemêkurkê yê navçeya Rûbarokê leşkeran gule li gundiyên ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikirin reşandin. Di encama gulebaranê de Vedat Ekîncî yê 14 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û yek ji gundiyan jî bi giranî birîndar bû. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê de hat destpêkirin de biryara nepenîtiyê ji dosyayê re hat dayîn û di heman demê de lêpirsîna leşkerên ku faîlên bûyerê bûn ji aliyê saziya leşkerî ve hat kirin. Berikên fîşekan ku ji bo bûyer ronî bibe bibin delîlên herî girîng hatin windakirin. Hate îdiakirin ku çawişê pispor ê berpirsyarê bûyerê hêj li ser peywîra xwe ye.   * 30’ê mijdara 2020’an: Ozcan Erbaş ê 16 salî ku li gundê Bêrox-Îsyan ê navçeya Rûbarokê bi du hevalên xwe re çûbûn seyranê, bi gulebarana leşkeran hatin qetilkirin. Di lêpirsîna bûyerê de biryara nepenîtiyê hat dayîn. Her wiha hat îdîakirin ku berikên fîşekên vala yên li herêma ku Erbaş lê hat qetilkirin piştî bûyerê winda bûne. * 1 çileya 2021’an: Reşît Ekîncî dema bi komek hevalên xwe re li gundê Çemêkurkê yê navçeya Rûbarokê li seyranê bû, bi guleyên ji aliyê leşkeran ve hatin barandin birîndar bû. 5 meh piştî bûyerê birayê wî Celîl Ekîncî (17) û xizmê wî Şahap Şendûl (23) jî ji ber gule barana leşkeran birîndar bûn.    * 23’yê gulana 2021’an: Mehmet Dînç ê 18 salî yê li gundê Îsyan ê navçeya Rûbarokê dijî, dema pezê xwe diçêrand di encama gulebarana ji aliyê leşkeran ve ji lingê xwe birîndar bû. Dînç ê birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku der barê bûyerê de tu lêpirsîn nehatine destpêkirin.   * 16’ê nîsana 2022’yan: Tahsîn Yalçin ê 21 sali û du hevalên wî ku ji navçeya Rûbarokê derbasî Herêma Kurdistanê bûn, saet derdora di 03.00'an de dema vedigeriyan malên xwe rastî êrîşa leşkeran hatin. Yalçin li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, du kesên din jî bêyî ku birîndar bibin xelas bûn.   * 25’ê tîrmeha 2023’yan: Serhat, Mahmût, Serkan Taş, Ercan Ozmen û S. Taş ên li herêma Navberojan a navçeya Rûbarokê dewarên xwe diçêrandin, ji aliyê leşkeran ve hatin derbkirin. 4 kesên rastî lêdanê hatin bi gihiştina gundiyan ji lînçkirina leşkeran rizgar bûn. Dema ku leşkerên ku li zarokan xistin hêj li ser peywirê bûn, têkildarî mijarê îfadeyên leşkeran jî nehatin wergirtin.     MA / Mazlum Engin Deniz