Ji bo Jinan Edalet: Bila statûya Şengalê bê naskirin 2023-08-03 10:01:03   AMED - Rêvebera Ji bo Jinan Edalet Dr. Leyla Ferman da zanîn ku civaka êzidî bi parastina xwe ya cewherî bersiva herî mezin daye Fermana 74’an û wiha got: “Divê statûya Şengalê bê naskirin.”    DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir ku weke “Fermana 74’an” tê pênasekirin. Bi ser qirkirinê re 9 sal derbas bûn. Di êrişan de zêdetirî 10 hezar êzidî hatin qetilkirin û jin û zarok jî di nav de zêdetirî 6 hezar kes jî hatin revandin. Hêj niha jî aqûbeta bi hezaran êzidiyan nayê zanîn. Li gorî texmînan, 2 hezar û 700 jinên êzidî hêj di destê DAIŞ’ê de ne. Xebatên ji bo dîtina êzidiyên windakirî didomin. Derket holê ku gelek jin û zarokên êzidî yên ji hêla DAIŞ’ê ve hatine revandin, li Enqereyê bi pereyan hatine firotin.    XEBATÊN PLATFORMÊ    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Jinên Azad (KJA) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, di 17’ê sibata 2015’an de “Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatine Ragirtin” ava kirin. Platformê tevî jinên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin re ji bo tespîtkirina berpirsyartiyên di pêvajoya ber bi qirkirinê re xebat meşandin. Piştî ku êzidî ji Tirkiyeyê çûn û gelek jin û zarokên hatin rizgarkirin derbasî Almanyayê bûn, xebatên xwe li wir domandin.    Ji bo Jinan Edalet di sala 2019’an de li Almanyayê hate avakirin û weke rêxistineke civaka sivîl xebatên xwe didomîne. Dr. Leyla Ferman di rêveberiya Ji bo Jinan Edaletê de cih digire û qala xebatan kir.    Ferman, da zanîn ku piştî êrişên DAIŞ’ê li Amedê bi tevlibûna hevşaredar, parêzer, rojnameger û aktîvîstên jin re platformek hate avakirin û ev tişt anî ziman: “Me bi vê platformê dest bi xebatan kir. Wê demê em xwedî li kesên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin derdiketin û têkildarî tiştên jinan jiya bûn hevdîtin dikirin. Di hevdîtinan de bi taybet jî daxwaza jinan a edaletê hebû. Me jî biryar da ku têkildarî qirkirina hatiye kirin xebatên hiqûqî bidin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de jî me axaftinên jinan êdî qeyd kirin.”    DAXWAZA ‘EDALETÊ’    Bi domdarî Ferman bal kişand ser tirsa jinên rastî komkujiyê hatin û wiha got: “Li gel ku malbatên wan di destê DAIŞ’ê de bûn jî daxwaza ‘edaletê’ dikirin. Tiştên bi serê wan hatibûn vedigotin. Jinan digotin ku ji bo têkoşîna hiqûqî dijîn. Malbatên gelek ji wan di destê DAIŞ’ê de bûn û nedixwestin ev agahî bi çapemeniyê re bên parvekirin. Hin kes hene ku hêj niha jî ditirsin. Êzidî ji Tirkiyeyê derketin û em jî hatin Almanyayê. Ji ber ku gelek kesên xwe ji DAIŞ’ê xelas kirin û gelek jin û zarokên hatin rizgarkirin hatibûn Almanyayê. Ji bo edalet pêk bê, tiştên jinên êzidî jiyayîn bikin rapor û di demên pêş de ji hêla hiqûqî ve bi kar bînin, me xebatên xwe veguhestin Almanyayê.”    ‘HEBÛNA DAIŞ’Ê HÊJ DIDOME’   Di berdewamê de Ferman diyar kir ku wan di sala 2022’yan de bi Komîsyona Edaletê ya Êzidiyan (YJC) re raporek amade kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vê raporê hate bibîrxistin ku divê Tirkiye, Sûriye û Iraq ji ber hevkariya xwe ya di qirkirina li dijî êzidiyan de li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bên darizandin.  Bi gelek saziyên mafên mirovan ên navneteweyî re li ser esasê ‘Di qirkirina li Şengalê de dewletan çi kir? Diviya çi bihata kirin? Ji bo pêşîlêgirtina fermanê çi hate kirin û çi nehate kirin?’ raporek hate amadekirin. Ji ber ku Tirkiye, Sûriye û Iraqê pêşî li ber vê fermanê negirtin, sûcdar hatin dîtin. Dikariyan rê li ber fermanê bigirin lê negirtin. Gelek delîl hene ku Tirkiye û DAIŞ hevkar bûn. Ji ber vê sedemê tê sûcdarkirin. Hêj niha jî endamên DAIŞ’ê û yên jinên êzidî dîl digirin li Tirkiyeyê dijîn. Jinên êzidî hêj îro jî li paytexta Tirkiyeyê ji hêla malbatên wan ve bi pereyan tên kirîn. Ev yek nîşan dide ku hebûna DAIŞ’ê didome. Heke Tirkiyeyê bixwesta dikariya wan jinan rizgar bike.”    ‘EM LI DEWLETEKÎ KU DOZÊ VEKE DIGERIN’   Dr. Leyla Ferman anî ziman ku di destê wan de ewqas delîl hene ku li Dîwana Edaletê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dozê li Sûriye, Tirkiye û Iraqê vekin. Ferman, wiha pê de çû: “Lê belê ji ber prosedurên navneteweyî, em nikarin vê bikin. Ji bo ku li Dîwana Edaletê doz were vekirin, divê dewletek giliyê dewleteke din bike. Xebatên me yên ji bo vê didomin. Tirkiye, Sûriye û Iraqê pêşî li ber fermanê negirtin û em li dewletekê digerin ku dozê li wan vekin.”   PROJEYÊN JI BO AVAKIRINA ŞENGALÊ   Leyla Ferman, destnîşan kir ku du daxwazên jinên êzidî yên ew pê re hevdîtinan dikin hene û wiha rêz kir: “Yek ji van daxwazan edalet e. Ya din jî jinûveavakirina Şengalê ye. Me jî di vê çarçoveyê de ji bo jinûveavakirina Şengalê gelek proje pêk anîn. Me li Almanyayê bi 10 endamên avaker dest bi xebatan kir û niha li Tirkiye, Qibris, Swîsre, Belçîka, Iraq û Sûriyeyê bi zêdetirî 40 endam û dilxwazan em xebatên xwe didomînin. Em niha li gel hêzên herêmî yên Şengalê, nexweşxaneya jinan, Ji bo Xwezayê Jin,  ji bo zarokan kreşan û xebatên piştevaniya psîkolojîk ên bi jin û zarokan re dimeşînin. Jinên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin jî di nava xebatan de cih digirin. Vê yekê hinek dem girt ji ber ku hewcehî bi bawerî û demê hebû. Di hevdîtinên me bi wan re kirin de cara ewil bû em didîtin. Lewma hinek bifikar bûn. Ev jî tiştekî asayî ye. Lê bi demê re ev fikarên wan neman.”   KAMPANYAYA ‘LI ŞENGALÊ DAREK’   Ferman, daxuyand ku di çarçoveya projeya “Ji bo Xwezayê Jin” de wan di sala 2020’an de li Şengalê kampanyaya “Li Şengalê Darek” daye destpêkirin û wiha axivî: “Me li ser daxwaza jinan li Şengalê dest bi kampanyaya çandina daran kir. Jin dixwazin ku bi jinûveavakirina Şengalê re êdî qadên şîn bibînin. Heke êrişên hewayî nehatina kirin dê ev projeya me pir baştir bidomiya. Lê belê rewşa siyasî ya li wê derê xebatên me jî asteng dike. Tevî van şert û mercên giran jî xebatên me yên ji bo jinûveavakirina Şengalê didomin. Heke ew der biewle bûya dê jinûveavakirina Şengalê hêsantir bûya.”     ‘BILA STATÛYA ŞENGALÊ BÊ NASKIRIN’   Herî dawî jî Ferman ev tişt anî ziman: “Êrişên li ser Şengalê bi xwe re pêvajoyeke giran ji bo civaka kurd û êzidiyan anî. Ew roj, roja reş e. Civak mat bûbû. Tu kes li benda astekî wiha nebû. Jinên êzidî îro çand û xaka xwe diparêzin. Ev tişt di dîrokê de tiştekî yekemîn e. Heke ev kes ji bo xak û çanda xwe canê xwe bidin, ma çi ji vê binirxtir e. Di pêvajoyên ewil de ferman pêvajoyeke giran e lê bi xwe re hişyarbûnek jî anî. Vê fermanê kir ku civaka êzidî û jinên êzidî xwe birêxistin bikin. Lewma jî gavên li Şengalê hatine avêtin, avakirina meclisan û xwebirêxistinkirina wan, mezintirîn bersiva li dijî fermanê ye. Heta ku êzidî xwe birêxistin nekin û xwe ne parêzin dê pêşerojeke wan jî nebe. Civaka êzidî mecbûr nîne destûra xweparastinê ji tu kesekî bigirin. Divê statûya Şengalê tavilê bê naskirin.”    MA / Bêrîvan Altan