Gef li girtiyê binpêkirin vegotibû hate xwarin 2023-08-03 11:31:05   MÊRSÎN - Girtî Vahdettîn Erdemcî ku bi rêya malbata xwe binpêkirinên li girtîgehê vegotibû û nûçeya wê hatibû çêkirin, da zanîn ku piştî weşandina nûçeyan gef li wî hatiye xwarin.    Girtî Vahdettîn Erdemcî li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin. Erdem, demek berê bi rêya malbata xwe binpêkirinên li girtîgehê vegotibû û ev binpêkirin li ser çapemeniyê hatibûn weşandin. Erdemcî, herî dawî bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Erdemcî, anî ziman ku piştî nûçe hate parvekirin, sergardiyan gef li wî xwariye û ev agahî dan: "Sergardiyan ji min re got; 'Armanca we reşkirina dewletê ye, hûn nanê wê dixwin lê hêj jî hûn nankoriyê dikin, haya te ji kirinên te heye gelo? Em dewlet in, peywira me ew e ku serî bidin tewandin.'”   Erdemcî, di sala 2014'an de li Sêrtê bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" hate girtin û bi cezayê muebbeta giran tê darizandin. Erdemcî, di hevdîtina bi malbata xwe re de îşkenceya lê hatiye kirin vegotibû û destnîşan kiribû ku heke tiştek bi serê wî were, berpirsyar gardiyan in.