Eren: Diyanetê hewl da bibe berdevka DAIŞ’ê 2023-08-03 13:09:09 ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren bertek nîşanî Diyanetê da ku dixwest tev li Doza Kobanê bibe û wiha got: “Diyanetê, berdewamiya fetwaya DAIŞ’ê ya li dijî kurdan şand. Di daxwaznameya xwe de hewl da bibe berdevkê DAIŞ’ê.”    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî daxwaznameya Diyanetê ku dixwest tev li Doza Kobanê bibe, daxuyanî da.    Eren, gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku beriya çalakiyên Kobanê gotibû “Vaye Kobanê jî ket û dikeve” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Piştî van gotinan, protesto hatin provakakirin. Îktîdarê, Doza Kobanê veguherand doza tolhildanê. Îktîdadra AKP’ê, Wezareta Karên Hundir, Wezareta Parastinê ya Neteweyî, MÎT û hemû yekîneyên ewlekariyê yên dewletê ji mirinê wê demê berpirsyar in.    DIYANET HEWL DIDE DAIŞ’Ê REWA NÎŞAN BIDE   Saziyên ku divê weke bersûc bên darizandin niha bi rola ‘mexdûr’ radibin û ketine pêşpirkê ku tev li Doza Kobanê bibin. Ev doz dozeke tolhildanê ye û ev saziyên ji bo beşdariyê ketine pêşpirkê divê hesabê bidin. Doza Kompasê ya Kobanê, rastiyê berevajî dike. Kesên berpirsyar weke mexdûr nîşan dide û mexdûran jî weke berpirsyar nîşan dide. Yek ji saziyên wê demê berpirsyar jî Wezareta Karên Diyanetê ye. Barbarên DAIŞ’ê weke li ser navê Îslamê weke cîhadîst nirxand û hewl da êrişên DAIŞ’ê rewa nîşan bide. Wezareta Karên Diyanetê li dijî hevalên me yên di Doza Kompasê de tên darizandin heddê xwe derbas kir, sînorên exlaqê binpê kir û êrişî hevalên me kir.    DIYANET HEWL DIDE BI ROLA DOZGERIYÊ RABE   Îro, salvegera komkujiya 3’yê Tebaxê ya DAIŞ’ê li Şengalê pêk anî ye. Ji ber baweriya xwe ya cuda, bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi sedhezaran jê ji warên wan hatin koçberkirin û bi hezaran jinên êzidî jî li bazarên koleyan hatin firotin. Di sedsala 21’emîn de li pêş çavê hemû mirovahiyê ev sûcê li dijî mirovahiyê kirin. Ev komkujî jî tam li gorî fetwaya ku dişibe ‘fetwa’ya Wezareta Karên Diyanetê ya îro hate kirin. Diyanet, bi şandina daxwazanameyê re hewl dide bi rola dozgeriyê rabe. Hewl dide vê doza neheq û derhiqûqî weke dozeke mafdar nîşan bide. Ev nêzikatiya Diyanetê û daxwaznameya wê, mîna fetwaya qirkirinê ya DAIŞ’ê ya ji bo Kobanê û Şengalê ye. Fetwaya DAIŞ’ê ku digot “qetlê kurdan helal e’ û daxwaznameya Diyanetê jî mîna vê fetwayê ye.”    DAXWAZNAMEYA DIYANETÊ    Eren, hinek beşên daxwaznameya Diyanetê xwend û wiha pê de çû: “Di daxwaznameyê de ji ewil reklama xwe kirine. Ziman û ûslûbê wê dişibe yên barbarên DAIŞ’ê. Partiya me, hevalên me yên dîlgirtî û parêzerên me vala vala nabêjin AKP’ê ev doz veguherandiye doza tolhildana DAIŞ’ê. Wezareta Karên Diyanetê bi daxwaznameya xwe hewl daye berdevkiya DAIŞ’ê bike. Dema barbarên DAIŞ’ê hewl didan gelê kurd tune bikin xwe bêdeng dikir û ji DAIŞ’ê re digot ‘cîhadîst.’ Li dijî êrişan nesekinî, yek ji saziyên berpirsyar e û divê were darizandin. Lê berevajî vê, bi gotinên xwe heddê xwe derbas kiriye û ziyan gihandiye ola îslamê. Her wiha heddê xwe derbas dike û hevalên me bi cînayet, bêexlaqî û talankirinê tawanbar dike. Ev saziya ku xizmetê ji polîtîkayên yekperest re dike û cihêkariyê li hemû nasname û baweriyan dike, sînorên peywira xwe derbas kiriye. Xuyaye ku baweriya îktîdarê bi mutalaaya dozger nehatiye ku belgeya îftîranameyê ye, îcar jî li ser Diyanetê hewl dide mudaxele bike. Bi destê Diyanetê fetwa da. Wezareta Karên Diyanetê jî bi vê daxwaznameyê hewl da berdevkiya îktîdara AKP-MHP’ê bike.    DIYANET NIKARE QALA EXLAQÊ BIKE   Dema barbarên DAIŞ’ê tecawiz û komkujî dikir, vê saziyê ew bi gotinên ‘cîhadîst’ rewa nîşan dida. Ev saziya ku dibêje ‘heram nîne bav li keça xwe ya rast binêre’, ya ku dibêje zaroka 9 salî dikare bizewice, ya ku destûrê dide fikrên jirêketî, ya ku statûya cemxaneyan weke ‘xeta sor’ qebûl dike, ya ku dema dêr û manastir tên desteserkirin dengê xwe nake, dema xelk ji birçan dimire ew li wesayîtên luks siwar dibin, nikare qala exlaqê bike. Nikare xwe deyne şûna darazê û hevalên me weke hikûmxwar nîşan bide. Ev ne heqê wê ye ne jî heddê wê ye.    Çima dema li Sêwasê mirov bi zindî hatin şewitandin, dema li Amedê, Pirsûsê, Gara Enqereyê mirovên me hatin qetilkirin tev li dozan nebû lê niha hewl dide tev li bibe? Ma tenê rojekê dengê xwe ji wehşeta li malên terîqetan tên jiyîn kir? Bêguman dengê xwe nekir. Bêexlaqiya herî mezin, bikaranîna nirxên olê ya ji bo berjewendiyên îktîdarê ye. Weke amûr bikaranîna wan e.    HAYA ME JI DIJMINATIYA WE YA LI HEMBERÎ KURDAN HEYE    Em li vir ji Diyanetê dipirsin; gelo hûn bi ser navê kîjan olê tevdigerin? Hûn çawa ewqas bêhed dibin ku bi milyonan kurdan weke ‘meyla jirêderketî’ pênase dikin? Em baş dizanin ku Diyaneta bûye aparata îktîdarê ji zû de ye dijminatiya kurdan dike. Dema di sala 2018’an li Efrînê li dijî kurdan êriş dihat kirin, Diyanetê di wextên eşa û sibehê de Sûreya Fethê da xwendin û şer sor kir. Li dijî kiriyarên li dijî cenazeyên kurdan xwe bêdeng kir. Dema Goristana Garzanê bi buldozeran hatiye rûxandin, dema cenaze li bin peyarêyên Goristana Kîlyosê hatin veşartin bêdeng ma. Dema hestiyên Agît Îpek ji malbata wî re hatin şandin bêdeng ma. Dengê xwe ji bêrêziya li hemberî nasnameya kurdan û mafên wan nekir û bû şirîkê van sûcan. Lewma nikare qala aştî, exlaq, xwîşk û biratî û nirxên manewî bike.    DÊ HEQÎQET DERKEVE HOLÊ    Bêguman dê heqîqet derkeve holê. Em careke din bêjin ku sekna siyasetmedaran a li dijî barbarên DAIŞ’ê rûmeta me ye. Dê Doza Kompasê ya Kobanê di dîrokê de weke şermekî were nivîsandin. Dadgeh hewl dide bi vî awayî hinek saziyên dewletê tev li dozê bike. Ev jî berdewamiya mîzansena kompasê ye. Ev kesên bûne sûcên van neheqî û bêexlaqiyan jî dê rojekê li dadgehên serbixwe û bêalî yên navneteweyî mîna barbarên DAIŞ’ê bên mehkûmkirin.”