Bi ser Fermana 74’an re 9 sal derbas bûn: Bila statûya Şengalê bê naskirin 2023-08-03 13:39:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi boneya 9’emîn salvegera Fermana 74’an daxuyanî dan û xwestin ku komkujiya li dijî êzidiyan weke qirkirin bê qebûlkirin û statûya Şengalê bê naskirin.    Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi boneya 9’emîn salvegera êrişên DAIŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li dijî êzidiyan hatiye kirin ku weke Fermana 74’an tê pênasekirin, daxuyaniyên nivîskî weşandin. Di daxuyaniyan de bang hate kirin ku komkujiya li dijî êzidiyan weke qirkirin were qebûlkirin û statûya Şengalê were naskirin.    PARTIYA ÇEPÊN KESK: ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ BERDEWAM IN   Partiya Çepên Kesk têkildarî komkujiyê li ser hesaba xwe ya fermî ya Twîtterê ev peyam parve kir: “Em hemû êzidiyên di encama êrişên çeteyên DAIŞ’ê de hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev 9 sal in êrişên li dijî xelkê Şengalê berdewam in ku hewl didin jiyaneke nû ava bikin. Ji bo ku ev êrişe careke din li dijî êzidiyan neyên kirin, divê komkujiya li dijî êzidiyan weke qirkirin were qebûlkirin.”    HDP: BILA WEKE QIRIKIRIN BÊ QEBÛLKIRIN   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî qirkirina li dijî êzidiyan şermezar kir. HDP’ê, kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn û yên di dema parastina gel de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî û wiha got: “Banga me ji bo tevahiya civakê ew e ku vê qirkirinê nas bikin û ji bo careke din ev qirkirin neyên kirin li berpirsyartiya xwe rabin.”    DBP: DIVÊ STATÛYA ŞENGALÊ BÊ NASKIRIN   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal qirkirin şermezar kir û wiha got: “Em, kesên di Fermana 74’an de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr tînin û bang li tevahiya raya giştî ya cîhanê dikin ku ji bo avakirina jiyaneke nû ya êzidiyan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê û mayîndekirina aştiyê bi peywira xwe rabin. Divê qirkirina li dijî êzidiyan hatiye kirin were qebûlkirin, statûyê bidin Şengalê û roja 3’yê Tebaxê weke ‘Roja Çalakiyan a Navneteweyî ya li Dijî Qirkirina Jinan û Qirkirina Êzidiyan’ bê ragihandin.”    MECLISA JINAN A DBP’Ê: DIVÊ KOMKUJER BÊN DARIZANDIN    Meclisa Jinan a DBP’ê jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi ser qirkirina li dijî êzidiyan re 9 sal derbas bûne û wiha hat gotin: “Yek ji peywirên sereke ya têkoşîna jinê û dîroka mirovahiyê ew e ku hûrgiliyên komkujiya êzidiyan bên eşkerekirin, berpirsyar bên darizandin, aqûbeta kesên windakirî bê zanîn, bê zanîn bê ka kesên hêj dijîn li ku ne û ji bo rizgarkirina wan têkoşîn were dayîn. Divê welatên ku komkujî weke qirkirin qebûl kirin, ji bo darizandina kesên qirkirin pêk anîn bikevin nava liv û tevgerê.    Platforma Yekitiya Jinên Kurd jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li Şengalê êrişeke mezin pêk anî. Di êrişê de gelek kes hatin qetilkirin û jin û zarok jî di nav de 6 hezar û 410 kes hatin revandin. Em, vê qetlîamê bi tundî şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin û dibêjin ku dê li dijî van komkujî û hewldanên tunekirinê, yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin.”   BAROYA AMEDÊ: BILA WEKE QIRKIRIN WERE QEBÛLKIRIN   Baroya Amedê jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê Fermana 74’an şermezar kir. Baroyê, di parvekirina xwe de xwest ku komkujiya li dijî êzidiyan weke qirkirin were qebûlkirin.    ÎHD: BILA 3’YÊ TEBAXÊ BIBE ROJA BÎRANÎNÊ   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî di daxuyaniya xwe de xwest ku 3’yê Tebaxê weke roja bîranînê bê qebûlkirin.