Doz li rojnamegerên girtina hempîşeyên me protesto kirin hate vekirin 2023-08-03 13:44:16   STENBOL - Li 6 rojnamegerên ku girtina rojnamegerên Çapemeniya Azad şermezar kirin, doz hate vekirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqere û Amedê de gelek rojnamegerên Çapemeniya Azad hatibûn binçavkirin. Rojnamegerên ku dixwestin girtina hempîşeyên xwe protesto bikin, di 29’ê nîsanê li Kadikoyê hatin cem hev. Lê rastî êrişa polîsan hatin, hatin derbekirin û binçavkirin. Derheqê Edîtora ETHA’yê Pinar Gayip, nûçegihanê rojnameya Evrenselê Eylem Nazlier û rojnameger Esra Soybîr, Zeynep Kûray, Serpîl Unal û Yadîgar Aygul ên piştî binçavkirinê hatibûn berdan, doz hate vekirin.    DANIŞÎNA EWIL DI ROJA ROJNAMEGERÊN DIXEBITIN DE YE   Di dozê de tawana "bêçek tev li çalakî û meşên neqanûnî bûne û tevî hişyariyê jî belav nebûne" li rojnamegeran hate kirin. Danişîna rojnamegeran a ewil dê di 10’ê Çileyê de anku di Roja Rojnamegerên Dixebitin de li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Anadoluyê bê lidarxistin.