Dadgehê daxwaza gilîkirina derbarê Diyanetê de qebûl nekir 2023-08-03 20:56:05   ENQERE - Dadgehê daxwaza gilîkirina derbarê Serokatiya Karên Diyanetê ya endamên HDP'ê weke “bingehên olî dihejînin” û “jirêderketî” penase dike, qebûl nekir.   Rûniştina sêyemîn a 27’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Ji bilî siyasetmedar Ayla Akat Ata û Sebahat Tûncel gelek girtî tev li danişînê bûn. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Alî Bozan û Sirri Sakik jî danişîn şopandin.    POLÎSAN DELÎL AFIRANDIN    Parêzerê Gulfer Akkaya, Îbrahîm Ergun ku duh beyanên wî yên têkildarî sûcdariyan di nivî de man, bal kişand ser belgeya weke “girteka lêkolînê” hate binavkirin û ji aliyê 2 polîsan ve 5 sal piştî bûyeran hate amadekirin. Ergûn, diyar kir ku ev belgeya di nava mutalaayê de cih digire 10 meh beriya binçavkirina muwekîlê wî hatiye amadekirin û diyar kir ku nikarin vê belgeyê weke delîl bigirin dest.     DAXWAZ KIRIN    Pişt re parêzerê siyasetmedar Nazmî Gur, Kenan Maçoglû axivî û anî ziman ku danişîn li betlaneya edlî didomin û xwest ji ber vê rewşê navberê bidin danişînan. Piştî daxwaza parêzeran siyasetmedar Ayla Akat Ata axivî. Ata, diyar kir ku dosyayên ku gihiştine ber destê wê kêm in divê bên temamkirin û xwest navberê bidin danişînê.    GILIYA DERBARÊ DIYANETÊ DE QEBÛL NEKIR    Dadgehê ji bo daxwazan binirxîne navber da danişînê. Şandeya dadgehê piştî navbera 3 saetan dom kir, daxwaza parêzeran a ku navberê bidin danişînê û ya Ayla Akat Ata qebûl nekir. Dadgehê daxwaza gilîkirina derbarê Serokatiya Karên Diyanetê ya di 11’ê gulanê de daxwaza tevlibûna dozê kir û endamên HDP'ê weke “bingehên olî dihejînin” û “jirêderketî” penase kirin jî qebûl nekir. Dadgehê danişîn taloqî roja duşemê kir.