Cenazeyê Agirman piştî 51 rojan hate definkirin 2023-08-03 21:20:58   ŞIRNEX - Cenazeyê endamê HPG’ê Hasan Agirman ku li Herêma Kurdistanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 51 rojan radestî malbata wî hate kirin.   Di 14’ê hezîranê de li Herêma Kurdistana Federe di navbera hêzên HPG’ê û artêşa tirk de şer û pêvçûn derketibûn. Di şer de endamê HPG’ê Hasan Agirman jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Agirman ku rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, bêyî ku testa DNA’yê derbikeve li goristana bêkesan a bajêr hatibû definkirin. Piştî ku encama DNA’yê derket malbata Agirman îro ji navçeya Hezexê çû Şirnexê û piştî 51 rojan cenazeyê lawê xwe girtin. Lê belê polîsan nehiştin ku malbat cenazeyê lawê xwe bi wesayita cenazeyî bibe. Malbatê bi derfetên xwe cenaze birin Hezexê.    Cenazeyê Agirman bi tevlibûna endamên MEBYA-DER, Dayikên Aşitiyê û rêxistina HDP’ê ya navçeyê bi girseyî li Goristana Şêx Hesen a navçeyê hate definkirin.