Cenazeyê Sûltan Orûç li Êlihê hat veşartin 2023-08-03 23:00:17   ÊLIH - Cenazeyê endama YJA Starê Sûltan Orûç (Ardem Ararat) ku li Bedlisê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Êlihê di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.   Cenazeyê endama YJA-Starê Sûltan Orûç (Ardem Ararat) ku di 1’ê tebaxê de li herêma navçeya Xîzanê ya Bedlisê jiyana xwe ji dest dabû, li Êlihê hate veşartin. Hate diyarkirin ku piştî Fermandariya Cendermeyan a Xîzanê malbat agahdar kir, malbat çû navçeya Xîzan a Bedlisê. Piştî ku malbatê cenazeyê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Xîzanê teşhîs kir û encama DNA’yê ya malbatê beriya niha dabû ji hev girt cenaze radestî malbatê hate kirin. Malbat ji bo cenazeyê keça xwe veşêre ji Xîzanê ber bi Êlihê ve bi rê ket. Li Êlihê endamên HDP’ê, MEBYA-DER’ê, Dayikên Aştiyê di nav de gelek kes ji bo tev li merasîma cenaze bibin hatin Goristana Îkîztepe ya Êlihê. Lê polîsan ji bilî ferdên malbatê nehişt tu kes tev li merasîma cenaze bibin. Ferdên malbatê di bin dorpêça polîsan de cenazeyê keça xwe veşartin.