‘Tîma A’ îşkence li girtî kir: Em ji bo vê hatin perwerdekirin 2023-08-04 09:02:07   KONYA - Vahdettîn Erdemcî yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê ragirtin, ragihand ku sergardiyanê bi navê Aykût ku xwe weke “Serokê Tîma A’yê” daye nasîn, wiha gotiye: “Em ê we hemûyan bikin mirov, em bi taybetî ji bo vê yekê hatin perwerdekirin.”   Vahdettîn Erdemcî yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê tê ragirtin, bi rêya malbat û parêzerê xwe binpêkirinên li girtîgehê qewimîn ragihandin. Erdemcî, da zanîn ku sergardiyanê bi navê Aykût ku xwe weke “Serokê Tîma A’yê” daye nasîn bi awayekî sîstematîk wî derb dike û bi kuştinê gefan lê dixwe.    ‘GEF LI GIRTÎ XWAR’   Parêzerê Erdemcî, Halîl Coşkûn ê di 2’yê tebaxê de pê re hevdîtin kir, diyar kir ku Erdemcî gotiye sergardiyanê bi navê Aykût ku xwe weke “Serokê Tîma A’yê” daye nasîn gef lê xwarine û jê re wiha gotiye: “Em ê hêza dewletê nîşanî we bidin. Armanca we reşkirina dewletê ye, hûn tevî ku nanê dewletê dixwin jî hêj nankoriyê dikin. Li Osmaniyeyê hevalên we me baş nas dikin. Ev der ne Wan e, Konya ye. Em ê we hemûyan bikin mirov, em bi taybetî ji bo vê yekê hatin perwerdekirin.” Parêzer Coşkûn, anî ziman ku Erdemcî diyar kiriye ku midûra jin a li heman girtîgehê dimîne jî bi gotinên “Em dewlet in peywîra me ew e ku em bi we serî bidin tewandin, çawa ku me hûn li çiyayan qedandin, em ê we li vir jî biqedînin” gef lê xwarine.    ‘BI ERDÊ RE KAŞ KIRIN Û DERB KIRIN’    Coşkûn, anî ziman ku Erdemcî beriya mehekê ji bo tedawiyê çûye revîrê lê di odeya mûayeneyê de gardiyan hebûne, li ser vê yekê Erdemcî daxwaz kiriye ku gardiyan derkevin derve lê gardiyanan Erdemcî bi erdê re kaşkirine û ew derb kirine.    ‘GELEK NEXWEŞIYÊN ERDEMCÎ HENE’    Bi domdarî Coşkûn destnîşan kir ku gelek caran gef li Erdemcî hatine xwarin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li girtîgehê gelek bêhiqûqî lê tên ferzkirin. Gelek nexweşiyên kronîk ên Erdemcî hene. Nexweşiyên dil, KOAH, bronşît û fitika stû pê re hene. Ji ber li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin, dema ji qawişê tên derxistin ji wan tê xwestin ku bikevin yek rêzê. Dema diçin nexweşxaneyê li cem bijîşk jî kelemçeyên wan nayên derxistin û neçar dimînin benikê pêlavên xwe û qayîşên xwe li girtîgehê dihêlin.”   ‘SERGARDIYAN AYKÛT BERPIRSYAR E’    Lawê Erdemcî, Devran Erdemcî jî got ku girtî li girtîgehan bi binpêkirinên mafan ên giran re rûbirû dimînin û axaftina xwe wiha qedand: "Heke tiştek bi serê bavê min were, sergardiyanê bi navê Aykût ku li girtîgehê xwe weke ‘Serokê Tîma A’yê’ dide nasîn berpirsyar e. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Ev tiştên tên kirin tenê li bavê min nayên kirin. Li dijî hemû girtiyên li girtîgehan tên kirin. Divê weke gelê kurd li dijî îşkenceya li girtiyan tê kirin, em dengê xwe derxînin. Bi van êrişên tên kirin dê ne bavê min ne jî girtiyên din dest ji têkoşîna xwe berdin.”   Têkildarî mijarê em li rayedarên girtîgehê geriyan lê bêyî ku hincetekê nîşan bidin, tu pirsên me nebersivandin.   MA / Hakan Yalçin