Dewleta tirk êriş dike, PDK li Zapê rêyên nû çêdike! 2023-08-04 11:55:08         NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêma Zapê didomin û PDK jî li herêmê leşkeran vediguhêzîne û rêyên nû çêdike.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. PDK jî di van êrişan de alîkariyeke çalak dide dewleta tirk. Li gorî nûçeya bi dîmen a ANF’ê; hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê di 2’yê tebaxê de hêzêke mezin veguhest çoltarê navçeya Amediyeyê. Hêzên PDK’ê bi kepçeyan rêyên nû li çiyayan vekirin û ber bi bendava Zapê ve pêş ketin. Hat ragihandin ku PDK hewl dide li Geliyê Reşawa, Gera Çelka û Mêrgê mewziyan çêbike û noqteyên nû ava bike.    Dewleta tirk bi êrişên xwe hewl dide li herêmê mayînde bibe û hêzên taybet ên girêdayî PDK’ê jî ji ber piştgiriya îstîxbarî û lojîstîkî ya didin dewleta tirk di rojevê de ne. Hêzên taybet ên PDK’ê dest danîbûn ser maskeyên bo HPG’ê diçin, şandeya dixwest çekên kîmyewî lêkolîn bike asteng kiribû û ji bo baregehên nû yên leşkerî yên dewleta tirk jî xwe kiribû mertal.