'Bila 3’yê Tebaxê weke Roja Qirkirina Ezidiyan a Navneteweyî bê qebûlkirin' 2023-08-04 14:22:27   RIHA - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê ji bo Fermana 74’an ku 9 sal bi ser re derbas bûn weke “Roja Qirkirina Êzidiyan a Navneteweyî” were qebûlkirin, bang kir.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li dijî êzidiyan a 3’yê Tebaxa 2014'an, li Odeya Bijîşkan daxuyanî da. Endamên platformê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Berdevkê Odeya Bijîşkan a  Rihayê Kemal Yuksekkaya destnîşan kir ku di êrişan de bi hezaran jin û zarok dîl hatine girtin û wiha domand: "Di bazarên koleyan de hatin firotin û weke xenîmeta şer kirin kole. Bi hezaran jî ji êrişan reviyan û xwe spartin Herêma Kurdistanê û Rojava.”   Bi domdarî Yuksekkaya anî ziman di şerên berê heya niha di ji ewil bedena jinan hedef tê girtin û wiha pê de çû: "Girîng e ku saziyên navneteweyî vê qetlîamê nas bikin û wek kategoriya 'sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin” binirxînin. Lê belê di serî de Tirkiye, dewletên navneteweyî û mekanîzmayên din hewcehiyê bi vê yekê nabînin. Hêj jî birînên civaka êzidî nehatine kewandin. Ji bo vê têkoşîneke baş nehatiye kirin. Em dixwazin ku 3’yê Tebaxê weke ‘Roja Qirkirina Êzidiyan a Navneteweyî' bê qebûlkirin."