Li Bazîdê cenazeyê ciwanekî hate dîtin 2023-08-04 15:11:29   AGIRÎ - Li ser Rêya Qesra Îshaq Paşa ya navçeya Bazîdê cenazeyê ciwanekê kuştî hate dîtin.    Cenazeyê ciwanê bi navê Bariş Daşdemîr li navçeya Bazîd a Agiriyê hate dîtin. Hat zanîn ku Daşdemîr bi çekê hatiye kuştin. Bûyer, duh di saetên şevê de li ser rêya Qesra Îshaq Paşa qewimî. Ciwanê ku heta demekî dirêj li erdê dirêjkirî ma, ji hêla welatiyan ve hate ferqkirin. Li ser vê yekê welatiyan agahî dan polîs û tîmên tenduristiyê. Di lêkolîna cihê bûyerê de derket holê ku Daşdemîr bi çekê hatiye kuştin. Cenazeyê Daşdemîr li gundê Sûrbexanê hate veşartin.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.